Diyarname
Fona Alîkariyê ya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) li ser malbatan raporek amade kir. Di raporê de diyar kir ku di nav welatan de ji bo malbatan Swêd welatê herî baş e.
Lêkolîneran daneyên 41 welatên herî dewlemend girtine dest. Di vir de destûra ji bo dê û bavan a bi meaş ku dema zarokên wan çêdibe destûrê çiqas digirin, destûr bi meaş e, yan na, ji bo bavan destûr heye yan na. Li gor daneyên bi vî rengî lêkolîn hatiye kirin. Swêd di vir de derketiye pêş ji ber ku li wir tam 35 hefte destûr ji bo dê û bav heye ku bi meaş e, yanê hem meaşê xwe digirin hem ji cihê kar bi destûr in. Li welat nêzî nîvê zarokên di bin temenê 3'yan de ji derfetên pêşdibistanê sûde digirin. Zarokên di nav temenên 3-6 salan de jî sedî 97'ê wan ji vê derfetê sûdeyê digirin.
Li Almanyayê ligel ku destûra dê û bavan 43 hefteye (ji Swêdê zêdetir) jî tenê sedî 5.7 bav ji vê derfetê sûde digirin.
Rapor li bajarê Kolna Almanyayê hatiye eşkere kirin. Vane ji raporê hin not:
- Piştî Swêdê welatên Norwce, Îzlanda, Estonya û Portekîz tên.
- Di warê polîtîkayên malbatî de Swîsre, Yewnanistan, Komara Kibrisê, Brîtanya û Îrlanda wekî welatên kêmxwedî polîtîka hatine rêzkirin.
- Ji bo DYA'yê gotin ku di ji bo dê û bav destûra bimeaş de zagoneke fermî di asta federal de nîn e.
- Avustralya, Şîlî, Îsraîl, Tirkiye û Zelandaya Nû mafê destûra lênêrîna zarokan a dê-bavan û piştgiriya dewletê ya ji bo zarokan a di dema pêşdibistanê de gelek bi sînor e, loma wan di nav lîsteyê de qet cih gertine.
- Destûra ji bo dayikan herî zêde li Estonyaye ku li wir dayik 85 mehan destûrê digirin. Li Macaristanê destûr 72, li Bulgaristanê jî destûr 61 hefte ye.
- Li Tirkiyeyê destûra ji bo dayikê 4 meh in.
Dîrektora Rêveber a UNICEF'e Henrietta Fore gotiye ku destûra ji bo dê û bavan têkiliya di navbera dê û bav û zarokan de xurt dike û wiha dom kiriye: "Pêdiviya me bi hikumetên ku piştgirî didin dê û bavan ku atmosferek ji bo lênêrîna zarokan çêdikin heye."
UNICEF ji bo dê û bavan dixwaze herî hindik destûr bo şeş mehan hebe û heta zarok herin dibistanê jî dixwaze ji aliyê madî û gavên din de piştgirî ji bo dê û bav hebe.
Ji DW Tirkî hatiye girtin