Diyarname
Di maç nîv fînalê ya Kûpaya Zîraatê ya Tirkiyeyê a di navbera Fenebahçe û Beşîktaş de bûyer derketibûn, maç hatibûn betalkirin û paşê TFF'ê (Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê) biryar dabû ku maç îro bê temaşevan û ji deqîqeya mayî bidome. Li ser vê yekê Klûba Beşîktaşê biryar dabû ku dê dernekevin maçê.
Îro saet 20.30 de tîma Fenerbahçe derket sehayê û li benda Beşîktaşê ma, lê Beşîktaş derneket sehayê. Bi vê yekê re dê TFF biryarê bigire ku Fenerbahçe dorê derbas bibe û here fînalê. Her wiha li gor rêgezan dê TFF cezayê jî li Beşîktaşê bibire. Di fînalê de dê Fenerbahçe û Akhîsar bi hev re bilîzin.
Piştî Beşîktaş derneket sehayê û tîma Fenerbahçeyê jî vedigeriya mala xwe, teknîk dîrektorê Fenerbahzeyê Aykut Kocaman ji bo rojnamegeran got:" Biryara ku Beşîktaşê girtiye biryarek gelek mezin e û ne tiştek hêsan e. Kêfa min nehat ku me bi vî awayî dor derbas kir. Tîma ku nêzî derbaskirina dorê bû em bûn. Divê li sehayê listik bihata lîstin û dor derbas biba. Tîma ku dê biçûya fînalê divê ji nav sehayê derketa, lê nebû. Tiştek em bikin nîn e. Bi vê yekê ez kêfxweş nebûm. Min dixwest me bilîsta û bi vî awayî em têk biçûna. Bi vî awayî serketin û derbasbûna dorê ne bi dilê min e."