Diyarname
Mankena Victoria's Secret ku dê li Antalyayê beşdarî defîleyek biba meseleya ewlehiyê sedem nîşan da û nehat Tirkiyeyê. Ev yek nîşan dide ku li derve Tirkiye çawa dixuye.
Candice Swanepoel pevçûnên li Tirkiye û welatên cîran wekî meseleya "tehdîdên ewlehiyê yên mimkûne çêbin" nîşan da û di kêliya dawî de siwarê balafirê ku dê wê bîne Stenbolê nebû. Ji dêvla wê modela ji Ukraynayê Valeria Lukyanova beşdar bû.
Li gor nûçeya ÎHA'yê xwediyê defîleyê Serokê Lijneya Rêveberiyê yê Dosso Dossi Holding Hikmet Eraslan li ser meseleyê wisa gotiye: "Di kêliya dawî de siwarê balafirê nebûye. Dema me ev bihîst em gelek şaş bûn. Tiştên diqewimin ji nêz ve dişopîne û her pirs ji me dikir. Me mîsoger kir ku her cure ewlehiye heye jî. Me hemû amadehî kiribû em li bendê bûn lê nehat."
Ew dê beşdarî Dosso Dossi Fashion Show ku di navbera 16-22'yê vê mehê li dar dikeve biba. Ev 10 sal in ev çalakî li Antalyayê li dar dikeve.
Candice Swanepoel ji Başûrê Afrîkayê ye û yekem car dê bihata Tirkiyeyê. Swanepoel a 27 salî di 15 saliya xwe de hat kifşkirin. Candice Swanepoel di sala 2013'yan de berhema herî buha ya Victoria's Secret "Fantasy Bra" ya bi buhaya 10 mîlyon dolarî bi lixwekirinê pêşkêş kiribû û bi vê yekê gelek li ser wê hatibû axivîn.