Diyarname
Li ser Banga Serokê Herêma Kurdistanê û Rêberê PDK’ê Mesûd Barzanî, kombûna komîteya referandûmê ya li gel hinek aliyên Herêma Kurdistanê îro saet 11:00’an de dest pê kir.
Li gorî agahiyên ku Rojnewsê weşandin, Tevgera Goran û Komeleya Îslamiya Kurdistanê tevlî kombûnê nebûne. YNK’ê jî wekî nûner tevlî kombûnê nebûye. Lê Qubad Talebanî wekî Cigirê Serokwezîr tevlî bûye û Necmedîn Kerîm jî wekî Waliyê Kerkûkê tevlî kombûnê bûye.
Hinek endamên rêveberiya YNK’ê berî niha ragihandibûn ku her kesek tevlî kombûnê bibe, ew nûnertiya xwe dike ne ya YNK’ê.
YNK û Goran: Divê pêşî parlemen çalak bibe
Her wiha ji civîna YNK û Goran hin biryar darketin. Her du partiyan ragihand ku divê yekîtiya neteweyî bê sazkirin û berî her tiştî jî divê parlemena Başûrê Kurdistanê bê çalakirin.
Her du partî dixwazin herêmên nakok jî bikevin nava referandûmê.