Amed
Kordînatoriya Sporê ya Girêdayî Serokatiya Daîra Xizmetên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di 1'ê vê mehê de Şahiya Fûtbolê ya Zarokan da dest pê kirin. Haşiya ku li taxên Ben û Sen û Hasirli lidar ket, bi merasîma kupayê re bi dawî bû.
Şaredarê Bajarê Mezin a Amedê Osman Baydemîr, Seroka Daîreya Xizmetên Civakî Muazzez Onuk Ozder, Kordînatorê Sporê Bişar Îçlî beşdarî merasîmê bûn. Li Xalî Sehaya aîdê şaredariyê 12 tîmên ku temenên lîstikvanan di navbera 8 û 14'an de bû bi hev re lîstin.
Piştî şahiya ku ji 12 tîman pêk dihat, ji bo 4 tîmên ku ketibûn radeya pêşîn merasîma kupayê hate li darxistin.
Şaredarê Bajarê Mezin Osman Baydemîr, yek bi yek lîstikvanên biçûk pîroz kir.
Tîma Yildizlar bû yekemîn, Kartallar bû duyemîn, Kral bû sêyemîn û Kral Amedlîler jî bû çaremîn. Baydemîr kûpa dan van tîman.
Zarokan bi nîşana serkeftinê kêfxweşiya xwe nîşan dan. Hin lîstikvanan jî li sehayê meşa tîmsehê kirin. Baydemîr jî, beşdarî meşa tîmsehê ya zarokan bû. Baydemîr, piştî maça fînalê demek kin bi zarokan re gog lîst.