Ciwan Nebî
Serêkaniyê, bi cengên xwe guhertina bingehîn bû di rewşa Rojavayê de, bi wê agir bi ser dergehên bajarên kurdî ve bû, her wiha helwesta kurdên birayên Rojavayê hate diyarkirin. Kurdên Rojavayê ji xwe dipirsîn: Çawa bajarekî kurdî li Rojavayê, ji paş sînorekî ku bîst mîlyon birayên me yên kurd li wir in talan dibe? Êrîş bi ser me de dibarin, artêş, pilan û agir, ka dengê bîst mîlyon birayên me, kanîn xwepêşandan û protestoyên wan ji bo zextekê li Erdogan bikin, pilan û êrîşan rawestîne? Ev tangên ku derbas dibin Serêkaniya Binxetê ji Serêkaniya Serxetê derbas dibin, di rex birayên me re, li ber çavên wan? Li vir em di warê pirs û gazinê de ne, gazina birayan ji birayan, hêvî û hezkirina birayan ji birayan re. Serxetî, birayên me binxetiyan, cêwiyên me yên li paş sînor, niha û Rojava rojên xwe yên dijwar, di ceng, birçîbûn û penaberiyê de derbas dike, ger ji we bipirse hûn çi qasî bi min diramin, yan hest dibin, hûn ji bo min çi dikin, ji bo êş û tengezariya min, wê bersiva we çi be? Wê birayên Rojavayê yên li Başûr -birayên şêrîn- çi bersivê bidin? Werin em rastiyê bibêjin, çendî tehl be jî, rastî kengî şêrîn bû?! -Hûn kurdên Sûriyê ne!!- Birayên kurd li Başûr ji kurdên Rojavayê yên penaber re dibêjin. Ev gotin gotina Lubnaniyan li ser mirovên Sûriyayê li bîra me tîne, dema ji sûriyan re digotin hûn sûrî ne? Ew di hundirê xwe de -herdu gotin- radihîjin nerazîbûnekê, kêmkirinekê, wekî ku ji wan re bibêjin: Hûn li cem me çi dikin, hûn bela serê me ne. Kurdên Sûriyayê tê wateya kesê ku ne li cihê xwe, bêhtirî vê berdewam nakim. Werin em li bîra xwe bînin, dema kurdên Başûr dihatin Rojavayê, penaber û reviyayî ji agir û cengan, wekî kurdên Rojavayê û niha, mirovên Rojavayê ji wan re digotin: Hûn ji Kurdistanê hatine? Hûn pêşmerge ne? Bi serbilindî digotin, bi xweşiya mêvandariya birayekî, bi hezkirina birayekî. Li vir gazin û pirs hîna berdewam in, hîna gazin û pirsên birayan e, ji birayan. Şaşîtiyek heye. Em dixwazin bibêjin. Xwendineke şaş, aloziyek di têgihîştina biratiyê de ji dayik bûye, gereke çareser bibe. Diyar e sînor ne bi tenê bombe û têl in, sînorên ku dijiminên kurdan bi ser ketin bi avakirina wan di nîgaşa kurdan de, bi wan sînoran kurd dûrî êşên hev ketin, dûrî doz û nalînên xwe yên hevbeş, bi tenê bi xwe diramin, dûrî birayên xwe, tengasî û pêdiviyên birayên xwe, bi hev hest nebin, bi erkên biratiya pîroz û gewre. Rojava qurbanên xwe ji bo parçeyên xwe yên din li bîra xwe tîne, xwe bi aliyê birayên xwe de, çawa ber bi wan de dibeziya di rojên tengasiya wan de, çawa li biratiyê dinihêre, li kurdayetiyê, çi dikir, hîna çi dike ji bo dilê xwe, destê xwe yên li paş sînoran? Rojava li xwe dinihêre, wekî ku bi erkên xwe rabûbe, ne bêhtir, ji xwe dipirse, yan ji parçeyên xwe yên din, di rojên xwe yên dijwar û hişk de, bi tenê dipirse, diçilmise, bi tenê gazinan dike…
20.07.2013
Ev nivîsa di kovara Welat, hejmara 3 de hatiye weşandin.