Diyarname
Nivîskarê bi eslê xwe hindî Salman Ruşdî di sala 1981'ê de "Xelata Wêjeyê ya Booker" girtibû. Niha ji wê rojê heta niha ji pirtûkên ku ev xelat girtiye pirtûka herî baş hat hilbijartin. Di vê hilbijartinê de pirtûka Ruşdî "Midnight's Children" (Zarokên Nîvê Şevê) ku ev xelat girtibû bû yekemîn.
Ji bo 40'emîn salvegera dayina xelata Booker pêşbazî hate li dar xistin û ji 7 hezar û 801 kesî deng bikar anîn. Ji sisêyê yekê van zêdetir dengên xwe dan pirtûka Ruşdî û pirtûk kirin pirtûkê herî serketî ya ku heta niha xelata Booker girtiye..
Pirtûka nivîskar Pat Parker "The Ghost Road" ku li ser Şerê Cîhanê yê Yekemîn disekine û pirtûka nivîskarê ji Afrîkaya Başur J.M. Coetzee "Disgrace" di nav pênc pirtûkên ku bi pirtûka Ruşdî re ketin qayişkêşanê.
Salman Ruşdî niha ji bo danasîna pirtûka xwe ya nû "The Enchantress of Florence" li Amerîkayê ye. Û dema Ruşdî ev xeber bihîst kêfxweşiya xwe anî ziman.
"Midnight's Children" di sala 1993'yan de jî di pêşbaziyeke wekî vê lê di 25 saliya xelata Booker de dîsa bûbû yekemîn.