Diyarname
Fevzî Ozmen nivîskar û mamoste bû. Ozmen ku ev demek bû ji ber qansêrê dihat dermankirin îro li Almanyayê li Nexweşxaneya AKH canê xwe ji dest da. Ji bo Ozmen li mizgefta li Hagenê şîn hat danîn.
Fevzî Ozmen di sala 1943'yan de li gundê Şorax a Çada Erzeromê hatiye dinê. Wî dibistan li Erzeromê xwendine û paşê ji bo xwendina Beşa Îktîsadê ya Zanîngeha Stenbolê berê xwe dide Stenbolê. Ozmen li vê derê vê beşê dixwîne. Ew di nav xebatên siyasî de cih digire loma jî piştî demek mecbûr dimîne here Ewropayê. Ozmen li Almanyayê bi cih dibe.
Ozmen ku li Almanyayê jî xebatên xwe yên ji bo kurdan didomîne, demek dirêj Serokatiya Enstîtuya Kurdî ya Berlînê dike. Wî wekî endamekî KNK'ê (Kongreya Neteweyî ya Kurrdistanê) gelek kar kir.
Ozmen ku Serokê Rûmetê yê YMK'ê (Yekîtiya Mamosteyên Kurd) û endamê PEN'ê bû, li ser kurdî gelek xebatên wî hebûn.
Ozmen bi navê "Dersên Rêzimana Kurdî" pirtûkek li ser ziman amade kiribû. Her wiha bi navê "Siya Şikestî" romanek wî derketibû.
Dîsa ji bo dersên kurdî wî ligel Yusuf Bilgic û Abdulkadir Ulumaskan pirtûkên dersê amade kiribû. Dîsa ligel Abdulkadir Ulumaskan ferhengek bi kurdî-tirkî, tirkî-kurdî amade kiribû.
***
Nûçeya Eleqedar:
-Dersên Rêzimana Kurdî PERSPEKTÎF