Amed
Komxebata Polîtîkayên Ziman û Perwerdeyê ku bi piştgiriya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji aliyê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ve tê lidarxistin, roja 25'ê mehê li Salona Resepsiyonê ya Jîngeha Sumerparkê dest pê kir. Komxebat dê du rojan bidome û dibistanên azad bêne nîqaşkirin.
Şêwrimendê Hevşaredarên Bajarê Mezin Şerîf Derînce, Parlamentera HDP'ê ya Qersê Mulkiye Bîrtane, nûnerên Weqfa Mezopotamyayê, Egîtîm-Sen, Kurdî-Der, Maper, Komîsyona Ziman a KCDê, HDP û rayedarên Rojavayî beşdarî komxebatê bûn.
Axaftina destpêkê ya komxebatê mebûs Bîrtane kir. Bîrtane got ku ev xebat yek ji xebatên hilbijartinê ye û got, “heke ew di hilbijartinê de bi ser bikevin, ew ê li parlamentoyê doza zimanê dayikê bikin.”
Piştî Bîrtane ji Akademiya Siyasetê ya DBP'ê Haşim Îzol axivî û got, “Zimanê me di warê perwerdeyê de dişibe darekî ziwa, divê em vê darê av bidin.”
Şerîf Derînce jî li ser xebatên ziman ên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê sekinî.
Piştî temambûna kombexatê dê encamnameyeke bê pêşkêş kirin.


