Diyarname
Daîreya Xizmetên Meclisa Federal a Almanyayê ligel pêzanan raporek amade kiriye û di raporê de tê gotin ku operasyona Tirkiyeyê ya bi navê Tevgera Kaniya Aştiyê dijî hiqûqa navneteweyî ye. Rapor radigihîne ku operasyon nakeve nav gotina xweparastineke meşrû.
Li ser vê yekê ARD'ê nûçeyek amade kiriye û gotiye ku rapor zimanê Hikumeta Almanyaya Federal a li ser operasyona Tirkiyeyê jî rexne dike. Serokdewleta Almanyayê Angela Merkel li ser operasyona Tirkiyeyê ya li hemberî Sûriyeyê bi zimanê hiqûqa navneteweyî nirxandin nekiriye. Merkelê tenê gotina "operasyona leşkerî" bikar aniye û gotiye "dê bibe sedema êşên nû yên mirovan". Berdevkê Hikumeta Federal jî di daxuyaniya ji bo rojnamegeran de hişyarî dabû ku nekevin nav "nîqaşa têgehan".
Cîgera Koma Meclisê ya Partiya Çep Sevim Dagdelen li ser rapor gotiye: "Ev rapor sîleyek li Hikumeta Federal dide." Dagdelen wisa gotiye: "Tiştek şerm e mirov dagirkirina Tirkiyeyê li gor hiqûqa navneteweyî nenirxîne. Ev yek dibe sedem ku Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan li Sûriyeyê hê zêdetir kurdên sivîl qetil dike. Ger di heman demê de gotinên zelal neyên vegotin û bêyî bidin rawestandin firotina çekan bidome, tu baweriya rexneyên Hikumeta Federal ên ji bo Erdogan li holê namîne."
Rapor qala êrîşa Tirkiyeyê ya li ser Efrînê jî dike û dibêje ku wê çaxê jî niha jî bi têra xwe delîlên ku dibêjin hêzên Kurd YPG ji bo Tirkiyeyê tehdîd e li holê nîn in. Her wiha rapor daxwaza Tirkiyeyê ku bi cihkirina penaberên Sûriyeyê ji bo vê derê jî wekî binpêkirina Peymana Cenevreyê dibîne.
Raporê bal kişandiye ser Xala 5'an a NATO'yê ku welatên endamên NATO'yê êrîşê hev nakin û dibêje ku Tirkiye "vê mafê xwe xirab bikar tîne".
Daîreya Xizmetên Meclisa Federal a Almanyayê ji kesên pispor ên di warên cur bi cur pêk tê û ew ji bo di mijarên ku pisporî jêre lazime de mebûsan agahdar bikin û meseleyê zelal bikin raporan amade dikin û pêşkêş dikin. Rapor fikra meclisa ALmanyayê nîşan nade.
Têbiniya Diyarnameyê: Me ev ji DW Tirkî hatiye girtin û ji bo kurdî hatiye wergerandin
**
Nûçeyên Eleqedar:
- Di vê fotoyê de HDP'yî li ku ne?
- McGurk: Peymana Erdogan û Trump li ser 450x32 kîlometre ye (nûçeyên roja 11'an)
- Temaşevanên St. Pauli deng dan Rojava (roja 10'an)
- Sedî 91'ê almanan dixwazin ambargo bidin ser Tirkiyeyê
- Hunermendên kurd bang kirin: Bibin yek
- Serokomarê Çekyayê: Kurd ne terorîst in (roja 10'an)
- Vane notên dawî yên li ser Rojava (roja 9'an)
- Volkswagenê jî biryara xwe guhart
- Wezîrê Îtalyayê: Fînala Lîga Şampiyonan bila ne li Tirkiyeyê be
- Cîgirê Trump û Wezîrê Karên Devre tê Tirkiyeyê (roja 7'an)
- Buldan: We nava xwe de çi aştî çêkiriye dora bakurê Sûriyeyê ye
- Trumpî tiştên ku dê bike eşkere kir
- Saziyên sivîl ji Nisêbînê bang kirin (agahiyên roja 6'an)
- Rêverberiya Xweser: Erka hikumeta Sûriyêye ku sînorê xwe biparêze
- QSD: Bila qada navneteweyî gavên pratîkî biavêje
- Kayhan Kelhor konsera xwe ya Stenbolê betal kir
- Lîstikvanê navdar George Cloney jî ji bo kurdan deng bilind kir (Agahiyên roja 3'yan)
- Ji banga Elî Qazî heta axaftina Trump, ji îro agahiyên derketine
- 14 partiyên Başûr dest bi çalakiyan dikin