Diyarname
Portekîz bû Şampiyonê Euro 2016 û prîma ku dê bide lîstikvanan eşkere kir. Vane danberheva prîma Portekîzê û Tirkiyeya ku nekarî ji koman derkeve...
- Portekîzê eşkere kir ku dê lîstikvanên wê 275 hezar Euro prîm bigirin. TFF'ê (Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê) tenê ji ber ku tîma Tirkiyeyê karî beşdarî Euro 2016 bibe serê her lîstikvanî 500 hezar Euro prîm da, (bi prîmên dûre dan lîstikvanan re ev yek gihîşt 650 hezar Euroyî)
- Portekîz ku bû şampiyon bi temamî 25,5 mîlyon Euro xelata pereyan girt, Tirkiyeyê tenê pereyên beşdariya Euro 2016 girt.
- Lîstikvanên Tirkiyeyê yên ku lîstin gelek girtin, mînak Hayrullah Akyuz ku deqîqeyek jî nelîst 151 hezar Euro prîm girt.
- Teknîk Dîrektorê Portekîzê Fernando Santo ye, yê Tİrkiyeyê Fatih Terim e. Santos karî Portekîzê bike şampiyon û mehaneya wî 100 hezar Euro ye, salane 1.200.000 Euro pere digire. Terim ku nekarî Tirkiyeyê ji koman jî derxe mehane 291 hezar, salane 3.500.000 Euro digire.
Pereyên ku Portekîz dê ji UEFA'yê bigire
Portekîz ku bû şampiyonê Euro 2016 pereyên ku bi vê şampiyoniyê dê ji UEFA'yê bigire jî diyar bû. Bi giştî dê 25,5 mîlyon Euro pere bigire. Li gor lîstina maçan pereyên ku Portekîzê heq kiriye bi vî rengî y:
- Ji bo şampiyoniyê: 8 mîlyon Euro
- Ji bo nîv fînalê: 4 mîlyon Euro
- Ji bo çarîk fînalê: 2,5 mîlyon Euro
- Ji bo 16'yên Serketî: 1,5 mîlyon Euro
- Ji bo Maçên Koman: 1,5 mîlyon Euro (bi 3 wekheviyan)
- Pereyên ji bo beşdarî: 8 mîlyon Euro
Bi Temamî: 25,5 milyon Euro
Ji Euro 2016 hin nivîs:
- Vane 11'yên serketî yên Euro 2016
- Kurd bûbûn du parçe: Portekîzî û Fransî, portekîzî bi ser ketin- Û xilas: Portekîzê li mala Fransayê kûpa ji dest wan girt
- Almanya bi 9 penaltiyan bî nîm fînalîst
- Piştî referandûmê vê carê Îzlandayê Îngilistan xemgîn kir
- Komara Îrlandayê hêviyên Komara Tirkiyeyê têk birin!
- Ew ên ku Euro 2016 xemilandin!
- Bê artêş û bê polîsan pûanek girt
Û di RÛPELA TAYBET A DIYARNAME'yê de hemû nûçe û nivîsên li ser tûrnûvayê: