Komara Îrlandayê hêviyên Komara Tirkiyeyê têk birin!
Diyarname
Di Euro 2016 de tîmên dawî ku ji koman derketin û beþdarî 16'an bûn diyar bûn. Di maça dawî de Komara Îrlandayê Îtalya têk bir û bi vê yekê re hêviyên tîma Tirkiyeyê ku dê wekî sêyemîn ji nav koman derketa têk çû.
Komara Îrlandaya -Îtalya: 1-0
Di Koma E de Komara Îrlandaya û Îtalya hatin hemberî hev. Îtalya bi 6 pûanan mafê derketina ji komê bi dest xistibû, Komara Îrlanda jêre teqez serketin lazim bû û ev serketin hat jî.
Komara Îrlandaya ku penaltiyek wê ji aliyê hakêm ve hat xwarin, di deqîqeya 85'an de de bi gola lîstikvanê xwe Robbie Brady hat ser xwe û wekî sêyemînê komê ji komê derket.
Di maça din a vê komê de Belçîka û Swêd hatin hemberî hev. Belçîkayê bi 1-0 Swêd têk bir, ew þand mala xwe. Di dawiya maçan de wisa rewþ çêbû Belçîka (yekemîn, 6 pûan), Îtalya (duyemîn, 6 pûan), Komara Îrlandaya (Sêyemîn, 4 Pûan) ji komê derketin, Swêd di yek pûanê de ma û vegeriya mala xwe.
Ligel van îro di Koma F de jî du maçên dawî hebûn. Îzlanda Avusturyayê 2-1 têk bir û Îzlanda ji komê derket. Di maça din de Macaristan û Portekîz 3-3 man. Her du jî ji komê derketin.
UEFA'yê heta niha di van tûrnûvayan de her du tîmên yekemîn û duyemîn derdiketin derdixist qatek jortir, vê carê biryar girtibû ku ji 6 komên heyî, 4 tîmên "sêyemînên herî serketî" jî ji koman derên. Belê çar tîm wekî sêyemînên herî serketî (Komara Îrlandaya, Portekîz, îrlandaya Bakur û Slovakya) ji komê derketin. Tirkiye û Arnavutluk wekî sêyemînên herî xirab vegeriyan mala xwe.
**
Ji bo hemû nûçeyên li ser tûrnûvayê:
- Euro 2016