Diyarname
Di Şampiyoniya Fûtbolê ya Ewropayê ya Jinan de tîmên Spanya û Swîsreyê hatin hemberî hev. Spanya bi 2-0 bi ser ket û derket fînalê. Spanyolan du penaltî nekarîn biavêjin.
DEQE 9, PENALTÎ
Tîma jinan a Spanyayê di vê tûrnûvayê de yek ji favoriyan e. Her ku Swîsre ye li benda surprîzê bû lê çênebû. Di deqîqeya 9'an de ji Spanyayê Caldentey nekarî penaltiyê veguherîne golê. Nîveka yekemîn bi 0-0 bi dawî bû û ji bo vê yekê swîsrî kêfxweş bûn.
Di nîveka duyemîn de jinên Spanyolî hêza xwe nîşan dan: Di deqîqeya 66'an de Athenea del Castillo, di deqîqeya 71'ê de jî Claudia Pina gol avêtin û tîma xwe bi 2-0'an derxistin pêş.
Di deqîqeya 88'an de vê carê penaltiya ku Spanyayê bi dest xisti lîstikvan Putellas nikarî veguherîne golê. 
Bi vî awayî maç bi 2-0 bi dawî bû û Spanya derket nîv fînalê.
MAÇ ÎRO
Îro di tûrnûvayê de maça dawî ya çarîk fînalê heye. Fransa û Almanya têne hemberî hev. Li gor saeta Amedê saet 22.00'an de maç tê lîstin.
Di nîv fînalê de Îngilistan û Îtalya bûne reqîbên hev. Ji tîmên Fransa û Almanya kîjan bi ser bikeve wê bibe reqîbê Spanyayê.
 
								 
					 
	 
	 
	 
	 
	 
	 
	 
	 
	 
	 
	 
	 
	 
	 
	 
	 
	 
	 
	 
	 
						 
						 
						 
						 
						 
						 
				 
				.jpg) 
				 
				 
				 
				.jpg) 
				 
				 
					.jpg) 
					 
					 
					 
					 
					 
				 
				 
				