Diyarname
Mehmet Agar ku ji Doza Susurlukê cezayê hepsê lê hatibû birîn ji bo vê cezayê razê çû teslîmê girtîgehê bû. Agar du salan dê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa K1 a Yenîpazariya Aydinê derbas bike.
Ji Doza Susurlukê 5 salan cezaya hepsê lê hatibû birîn û ji vê cezayê dê Agar 2 salan di girtîgehê de derbas bikira. Ji bo Agar li girtîgeheke guncan geriyan ku ev yek bû mijara nîqaşê ku di navbera girtiyan de dubendiyeke derdixe holê.
Ji bo cezayê xwe yê hepsê bikişîne Agar îro çû Yenipazari û ket girtîgehê.
Agar ku di salên 90'î de Midûrê Emniyetê bû gotina "Me hezar operasyon pêk anîn" kiribû lê heta niha jî der barê van operasyonan de tu lêpirsîn nehat kirin. Niha jî Agar berî bikeve girtîgehê got: "Ger di têkoşîna bi terorê de alîkariya me ji bo dewletê çêbe ez vê pêvajoyê jî wekî peywirekê dibînim. Hezar şikir ji xwedê re di peywira me de zirara me ji bo welat çênebû."
Agar bi konvoyek ji 15 erebeyan pêk hatî hat navçeyê.
Û çend notên din:
- Girtîgeh ji bo Agar ji nû ve hate restorekirin. Camên ku gule têre naçe anîn. Cihê Agar Lê dimîne fayans û raxera wê ji nû ve çêkirin.
- 60 girtiyên ku di girtîgehê de bû piraniya wan sirgûnê cihên din kirin.
- Girtîgeha Yenipazariyê di nav dar û ber de, ji dûr ve dişibe çiftlikek.
- Di girtîgehê de 4 qawîş û 2 hucreyên disîplînê hene.
- Jina Agar Emel Agar li Yenipazariyê xaniyeke 3 odeyî bi 350 TL'yî kirê kir û heta Agar di girtîgehê de be ewê jî dê li wir be.
- Hate gotin ku parêzvanên Agar jî li navçeyê xanî kirê kirine û dê li wir bimînin.
- Berî Agar here navçeyê (duh) Korkut Eken hatibû navçeyê û ew der qoleçan kiribû.
***
Nûçeya eleqedar;