Diyarname
Li Amedê qedexe bi sedemên "bêsedem" didomin. Pêşî çalakiya destpê serdema nû ya Amed Sporê "qedexe kirin", niha jî konsera hunermend Mem ararat.
Amed Sporê amadehî kiribû lê bi avê de çû
Amed Sporê bi şahiyeke mezin dê li stada nû ya Amedê dawiya vê hefteyê dest bi serdema fûtbolê ya 2018–2019'an bikira. Ji bo vê yekê amadehî kiribûn. Kardeş Turkuler jî di nav de hin komên muzîkê jî dê li stadê konser bidana û Amed Sporê ligel ev şahî dê maçeke amadehiyê jî bilîsta. Pêşî destûr hat girtin, lê paşê bi îdîaya "sîstema avdayîna giyayê stadê xirabeye" destûr nedan. Serdema nû ya fûtbolê li Tirkiyeyê ji bo Lîga 2'yemîn ku Amed Spor jî di vê lîgê de ye 2'yê meha pêşiya me dest pê dike. Li ser destûrnedanê Amed Sporê bal kişand sed vê yekê û bibîr xist ku ex qas hindik ji bo lîgê maye çawa sîstem kar nake…
Ji bo konsera Ararat pêşî destûr dan paşê…
Hunermend Mem Ararat ev mehek e albuma xwe ya nû "Xewna Bajarekî" derxistiye. Ji bo nasandina vê albumê û hatine cem hev ligel hezkiriyên xwe 2'yê meha rezberê dê konserek li Amedê bida. Amadehî hatin kirin, destûr hat girtin lê ji Walîtiya Amedê li hunermend geriyane û ragihandine ku destûn nadin konserê. Mem Ararat ji ser twittera xwe re ragihand ku ew sedema qedexekirinê nizanin û wisa ragihand: "Gelî dostan moralê xwe xira nekin Hemû walî ewê rojekê teqawit bibin û vegerin welatê xwe û hemû stranbêj jî rojekê ewê bimrin lê stran ewê her bimînin. Wekî rehmetiyê Shaekspeare jî gotiye stranûsên welatekî ji zagonsazên wî welatî bi hêztir in. Hûn dîsa jî stranên xwe bêjin, emê bêjin bêguman."