Luqman Guldivê
Serdema ronakbûnê bi encamên xwe tesîr li dinyayê hemûyî jî kiribûn, hin dever û erdên dinyayê hem ji serdemên beriya wê û hem jî ji wê qismê yan jî nêzî mutlaq parastî yan jî bêparbûn.
Ji ber wê yekê maqûltir e mirov gava behsa serdema ronakbûnê dike, di peywenda wê ya civakî, dîrokî û siyasî de lê binihêre. Gelek caran aliyên wê yên pozîtîf tên minaqeşekirin û aliyên wê yên ne pozîtîf nayên minaqeşekirin.
Bi tesbîtên giştî, behsa nebûna “ronakbûneke” civakên li Rojhilata Navîn tê kirin, di rastiyê de peywendên dîrokê behskirineke jê bi vî rengî hem tewş û hem fehş dikin. Lê belkî mirov serê xwe bi behsa ji reformasyoneke dînî biêşîne ku bi rastî di peywenda civakên Rojhilata Navîn de manedartir e. Dilê xwe negirin, lê wê behsê jî ez ê careke din bikim.
Îro tişta ez ê behsa wê bikim, wê bibe weke pirsgirêk daketina bi ronakbûnê ye. Di sedsala 16´an de bi ronesansê re em dibînin ku alim, dîndar, zanyar û hunermendên Ewrûpayê nexasim jî li Îtalyayê, ji nû ve bi metnên Yewnanî û Latînî yên serdema antîk dadikevin; hûr diajon û kûr diajon ya rastî gayê xwe jî diêşînin. Encama vê dibe “rasyonalîzm”eke di her warî de. Lê ev rasyonalîzma hanê, ji bilî humanîzmê, mesela di destpêka kapîtalîzma Ewrûpî de merkantîlîzmê jî bi xwe re tîne, ku yek ji awayên pêşî yên wê yekê bû ku rasyonalîzm li ser bazar û aboriya welatekî ferz dikir ku bi desthilata mutleq dihat birêvebirin.
Yanî ronakbûn weke azamîkirina desthilatê, azamîkirina hilberîna di nava bazara wê desthilatê de, îxrackirina azamî ya hilberîna zêde û daxistina asta herî jêr a mal û metayên li welatên din hilberandî, xwe li welatên desthilatdariya mutleq ên weke Fransayê dida der.
Heman ronakbûnê, di asta civakê û desthilatê de bi navê rasyonalîzmê di nava gelek desthilat, civak û awayên hilberîna aborî de ji tinekirina manufakturan (bi şoreşa pîşesaziyê re) heta bi rasyonalîzma fordî û postfordî ya di fabrîkasyonê de, ji kapîtalîzma desthilatdariyên mutleq heta bi faşîzmên Ewrûpaya di nîvê yekê yê sedsala 20´an de bûbû xwedî gelek rû û dirûvên cihê ku qenciya wan gelekî hat dîtin, neqenciya wan nehat dîtin.
Encamên ronakbûnê li ser ferd jî bi heman rengî ne. Humanîzma ku mirov datanî navenda civak, siyaset û aborî ye, derfetên wiha ji desthilatdariyan re afirandin, ku ferd xwe beramberî civak, siyaset û aboriyê bi stratejiyên cihê yan tine dike, yan jî siyaset û aborî dikin ku ti maneya wê/wî nemîne beramberî mezinahiya wan a kontrolê û hejmarên wan ku êdî ne “rasyonel” in.
Bi vî aliyê xwe mirov dikare li qabîliyeta mirov a niha ya ku dikare xwezaya li serê û pê heye, tine bike jî binirxîne û eşkere bibêje, ronakbûna Ewrûpî ku tesîr bi rengekî ji rengan li dinyayê hemûyî kiriye, lê li dinyayê hemûyî pêk nehatiye, xwedî aliyên xwe yên tarî ye. Ango ronakbûnê kiriye ku siya tiştan bide ser gelek tiştan. Ji ber wê jî, bi ya min, pêdiviyeke cidî bi ronakbûneke li ser ronakbûnê heye ku kontrol û mezinbûna dewletê, qambostiya ferd û koman beramberî desthilta siyasî û aborî, qabîliyeta mirovî a xwerûxandinê – pê re jî humanîzma mutleq – bide ber pirsan.
Destpêka van pirsan wê bibin bersivên ji dil ên rexnelixwegir, avakirina metnên nealîgir ên li ser ronakbûnê, bi heman awayî avakirina metnên ku serdema navîn jî objektîf binirxînin şert e. Ji vê û wê de, metnên li ser wê yekê ku di serdema navîn de herçî tariya zilmê bû li Ewrûpa gelekî li pêş jî be, heman dewr li deverên din ên dinyayê ne serdema tarî bûye.
Bi hilberîna van metnan û destpêka rexneya li robakbûnê û xwerexnekirineke têgihiştina yekalî ya ronakbûnê, wê gelekî muhtemel rê li ber avakirina metn û gotarên destpêkê yên ronakbûna li ser ronakbûnê veke û gotarên alternatîf ên li dijî kontrola mutleq a rasyonalîzma (çi di siyasetê, çi di civakê, çi di aboriyê û çi di huner de) ya serdema me biafirîne. Ev jî, gumana min jê nîne, wê bike ku em bi sihettir ji ronakbûnê fêm bikin.
11.02.2019, Yenî Ozgur Polîtîka