logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

15 salan li sirgûnê çi bû? Va ye 'Rojnivîska Sirgûnekî'

  • Dîrok: 18/05/2024
  • Beş: Berhem

Diyarname
"Di sala 1980'yî de gava ez hatim Swêdê min teqwîmên bêrîkê dikirîn, tê de programa xwe, karê ez ê bikim, notên xwe yên rojane dinivîsin. Ji ber ku teqwîmên bêrîkê biçûk bûn, min nikarîbû şiroveyên xwe, tiştê zede tê de binivîsiya. Lema min her sal defterek, du defter dikirî û kar û barên min dikir, fikrê xwe, hestên xwe di wan de dinivîsi. Nivîsîna rojnivîskên min bi vî hawî dest pê kir."
Nivîskar Zinarê Xamo bi vî awayî dest bi pirtûka xwe kiriye. Pirtûka wî ya nû bi navê "Rojnivîskên Sirgûnekî" (1985-1999) ji Weşanên Pallê derket. Çîroka pirtûka li ber dest di salên 1980'yî de dest pê dike. Xamo ku yekî sirgûnî ye wan salan ji Tirkiyeyê her pirtûkan dixwaze, dixwîne. Li wir rastî gelek nivîskarên ku bîranînên xwe nivîsandine tê û ev yek ji bo wî jî dibe rêyek. Xamo qala hin navan dike û paşê dibêje, "Bi tesîra van nivîskarên tirk, min jî di sala 1981-1982'yan de dest bi nivîsîna notên rojane kir."
Nivîskar Zinarê Xamo carinan navber dabe jî ji wê demê ve rojnivîskên xwe dinivîse û jixwe piştî pêşketina teklonolojiyê vê carê wan rojnivîskan di bloga xwe de dinivîse. Pirtûka li ber dest ji notên wî yên navbera salên 1985-1999'an pêk tên.
Nota yekem ku ketiye pirtûk wisa dest pê dike, "Çûm şîna partiya Samî Abdurehman".
Not, rojnivîskarên kesan her dem bûne dîrok, ji bo nivîsandina pirtûkên dîrokî bûne bingeh. Notên di vê pirtûkê de jî parçeyeke ji serdemekê nîşan didin loma jî girîng in.
Di pirtûkê de li ser siyaseta wan, li ser xebatên ziman, li ser jiyana rojane gelek notên cuda cuda hene. Va ne hin ji wan:
15.09.1985: Îro li Swêdê roja hilbijartinê bû. Cara pêşî bû min ê raya xwe bida. Piştî danê nîvro min Çû raya xwe da partiya APK. APK partiyeke kommunîst a karkeran e (…). Mafê min ji bo dengdana belediye û encumenê tenê heye, ji bo parlementoyê tüne ye. Ji ber ku hîn ne hemwelatiyê Swêd im, mafê min ê dengdana parlementoyê tüne ye. Mehmut go, min raya xwe da VPK'ê. Min jî got te yê wer nekira, we yê wek komite biryarek bigirta, me yê gişa li gor wê rêyen xwe bida. Got baş e ezê niha bi Heyder (Diljen) re bipeyivim…
07.12.1985: M. Emîn Bozarslan îro li ser kovara Jînê cilda duduya civînek çêkir. Dûr û dirêj, hêdî hêdî qala xebata xwe kir. Karekî zor û hêja ye. Gelek kes hatibûn civînê.
16.01.1986: Mehmed Uzun li Lararhogskolanê li ser romana xwe 'Tu' civînek çêkir. Ji saetekî zêdetir peyivî. Bi vê axaftina wî ya dirêj bêhna her kesî teng bû.
19.05.1987: Kes nizane em bi çi halî vê rojnameyê derdixin. Ne ev îdîalîzm buya me nikanîbû ev rojname derxista.
28.11.1992. Me xwar, vexwar û dilê xwe li siyasetê rehet kir. Jixwe her cara em tên ba hev mijara me siyaset e. Em diqeyivin lê tiştekî safî nakin.
10.03.1996: Ez li vî welatî gelek caran xwe wekî girtiyekî muebetê hîs dikim. Çimkî ez nizanim cezayê min ewê kînga biqede.
15.06.1996: Malmîsanij li ser zazakî konferansek da. Konferansa wî pir baş bû, înformatîk bu.
23.04.1999: Pir mixabin MED TV'ê jî girtin. Ez pir û pir li ber ketim fena ku ewladekî xwe winda bikim.
31.05.1999: Di jiyana xwe de tu carî hewqasî xemgîn û xeyalşikestî nebûme. Ji bo min îro rojeke herî bi jan û êş e.

- Rojnivîskên Sirgûnekî (1985-1999) / Zinarê Xamo / Weşanên Pall / 158 rûpel / 2024 / Rojnivîsk

Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Berhem - Nivîsên Dawî
news
  • 21 10 2026

Pirtûkeke nû, 'Şebrona' hat

news
  • 15 10 2026

'Dengê Helbesta Kurdî' derket

news
  • 13 10 2026

Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news
  • 12 10 2026

Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin

news
  • 06 10 2026

'Vateyê Verênanê Zazakî' veciya

news
  • 04 10 2026

'Destpêk û dîroka sînemaya kurdî' derket

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
Ev jî hene
ad

Festîvala Mûnzûrê bi peyama aştiyê dest pê kir

ad

Piştî Onderoglu û Fîncanci, Nesîn jî hat berdan

ad

2012: Albumên herî serketî

ad

'Bi Zekî Ozmen Re Almanya' hat

ad

HELEBÇE*

ad

Di Pêşbaziya Arjen Arî de 'Rê û Rêç' bi ser ket

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname