Bila ev nebe îdayek lê wekî rastiyek sivik em ê bêjin têkiliya nivîskarên kurd bi gelemperî bi jiyana rojane re, bi objeyan re lawaz e heta kêm e.
Bi dehan belkî bi sedan nivîskarên kurd li gelek welatan, li gelek bajaran dijîn. Hûn wekî xwendevan carna li bendê ne ew kes bi şêweya edebî behsa wêjeya wî welatî, sikakên wî welatî, halê însanan û însanî yên wî welatî bikin lê mixabin.
Helbet gelek sedemên sosyolijîk, sîyasî û kulturî hene û ev hal halê me gişkan e. Lê wext hatiye ev rewş bê gengêşîn. Her wext em dixwazin edebiyata me bi edebiyata cîhanê re biherike ma ji riyan jê yek jî ne ev e. Em bi pirsgirêkên xwe re û bi edebiyata xwe re mijûl in û ev baş e jî lê gelo bes e? Na. Carna em hew xwe dubare dikin. Li ser înternetê pirî caran ez hêvî dikim ku nivîskarekî me behsa însanekî yan jî mekanekî li “felanîstanê” bike. Behsa rêveçûna wî/ê, têgihîştinên wî/ê, behsa hewes û nêzîktêdayînên wî/ê, behsa rengê mekanan, dengê di mekanan de, hêviyên ji mekanan de. Û hûn mereq dikin gelo nivîskarekî/e kurd wextê bi yekî/ê biyanî re sohbet dike sohbeta wan bi çi rengî ye?
Na, ji min re nebêjin, helbet derd û aloziyên me pir in û muhîm in lê jiyanek jî heye û diherike û tişta ez behs dikim ji alî edebiyatê ve wê bergehan jî li me vebike.
Hêja ye ku lîsteyek bê amadekirin bê kîjan nivîskar li ku dijî. Helbet em texmîn dikin û bi gelekan dizanin lê wexta lîste hebe wê girîngiya tişta ez dibêjim bêhtir wê xwe bide der. Îro rewş ne guncav e ku ji edebiyata her welatî berhem bêne wergerandin lê nivîskarên me dikarin bi awayekî behsa edebiyata wan welatan bikin.