Salên hezar û nehsed û heftê bûn. Ez di dibistana seretayî, pola çarem de bûm. Mamosteyê me li ser maseyê rûniştibû, bi tiştinan re mijûl bû. Ji me re gotibû, pirtûkê bixwînin. Gelekan pirtûk dixwendin. Di polê de kesên nedixwendin li dû mizawiriyan bûn. Ji wan mizawiran jê yekî ji mamosteyî re got, “Mamoste, yekî/ê fis kir.”
Mamoste bi hêrseke nedîtî pekand ser hemû zarokan. Çi kir kesî li xwe dananî. Ji wî şagirtî xwest da zarokan bêhn bike! Di polê de yên metelmayî, yên dikeniyan, yên reng li wan çûyî…Lawik bi ya mamoste kir, bi ser her kesî de xar bû û bêhn kir!
Ya ku wê çaxê bala min kişand û tu car min ji bîr ve nekir ev bû; helbet lawik tê dernexist û ne pêkan bû têderbixista jî lê gere bersiv bida mamoste! Qederekê lawik li ser piyan bêdeng ma. Bi dû re li şagirtan nihêrî. Di polê de jê hin lêzimên wî bûn. Nedibû navê wan bida! Hin jê ji wî bi quwetir bûn nediwêribû navê wan jî bida! Hin zarok zarokên eşîrên mezin bûn, nedibû navê wan jî bida! Ji nişke ve li lawikekî nihêrî. Ew lawik lawê yekî bû ku di gund de ne xwedî êl û eşîr bûn, malbatek bi tenê bûn. Tu xisara wan nedigihîşt kesî. Heya ji lawik dihat hevza xwe dikir, qarişî kesî nedibû. Belê kesê derew kiribû û gere nav bida navê wî lawikî got!
Di wan salan de lêdan, îşkence û heqaret ji teknîkên perwerdeyê bûn! De îca hûn texmîn bikin bê lawikê bêguneh çi xwaribû ji mamosteyî!..
Piştî salan ev bîranîn ji bo min bûbû xwedî wateyek mezin; ew bîranîn bûbû sedem da ez têkiliyên civaka wan çaxan têbigihijim. Nêziktêdayîna pergalê ya li însan têbigihîjim.
Rexneya min jî li mamosteyên esilkurd bûn. Belê gelek mamosteyên me esilkurd bûn. Giş jî bi siyasetê re mijûl bûn. Wan digot dibistan ciyên asîmîlasyonê ne. Belê ji alî hîndekariyê ve wan rast digot. Lê perwerdehî? A, rexneya min ev e; wan bi heman hincetî perwerdehî ji bîr ve dikirin, em perwerde nedikirin. Ji bo jiyanê em nedikirin xwedî feraset. Bi bîra min nayê ku wan carekê be jî di polê de ji bo jiyana rojane gengêşiyekê lidarxistibe! Me bi pehînan li serê dilê hev dida. Di jiyana gundîtî de gelek xeletiyên me çêdibûn lê wan xwe li wan rastiyan nedikirin xwedî. Ji sibe heya êvarî behsa azadiyê dikirin lê ji bîr ve dikirin ku gere zarok di jiyana rojane de azad bin, xwe li tiştên şîrîn û xweşik bigirin, bi xwe bawer bin, bikaribin ji xwe hez bikin…
Helbet atmosfera wan salan muhîm bû lewre wan çaxan her kes bi hêvî bû wê di demeke kin de şoreş pêk bihata. Hin derdorên çepgir ji kurdan re digotin, xem nexwin, piştî şoreş bê dê hûn bigihîjin mafên xwe! (Bila xelet neyê têgihiştin ez jî baş pê dizanim ger îro roj hinek be jî demokrasî hebe, çanda gengeşiyê hebe bi piranî bi saya keda wan salan e lê îro roj em baş têgihiştin demokrasî, guherîn û veguherîn, jiyana rojane û gavên fesih gelek muhîm in, tişta ku di kesayetiya takekesan de bi cî nebe, nebe çand, ruhek demokratîk pêk neyê zor e ku bandor li civakê bike)
Tişta ku ez dibêjim bi gelemperî hişmendiyek wisa hebû. Helbet kesin girîngî didan perwerdeyê jî hebûn. Bi hêvî me da di roja îro de em bikaribin bêhtir girîngî bidin perwerdeya zarokan. Helbet kula asîmîlasyonê hê jî heman kul e.
cihanacirokan@hotmail.com


