Lehengek berhemeke Çexov wiha sond kiribû: “Bi kêfxweşiya xwe sond dikim.” Ev gotin bi bîra min hat. Min pirsekê ji xwe kir, gelo lehengên me, em dê çi wext bi kêfxweşiya xwe sond bikin?
Rast e, em hînî êşan bûne lê gere em êdî xwe ji hin êşan bikin. Her ku êş bi bîra me tê me divê em ji bo dilşadiyê jî deng bi xwe bixin. Ger em her kêliyê her tiştî ji bîr ve bikin û li hember êşê dîl bikevin bê hay wê rebenî xwe bide der, bêbeledî xwe bide der.
Dem ji zû de li me bihuriye da em bi hin tiştan re, bi xwe re, bi şêweyê xwe re, bi edebiyatê re, bi jiyanê re rû bi rû bikevin. Her ku zor be jî ev şert e. Wê çaxê emê bizanibin da dinya bi tenê li dora me nagere. Wê çaxê bi qasî xwe emê her kesî, nivîsên kesan, xwe û rastiya xwe têbigihîjin. Wê çaxê emê bizanibin tu derdê kesî nîn e ku ji bo me tiştên ne li rê bibêje. Ma hewce ye ku em bibêjin afirandina berhemên baş rastiyek e, em wekî kes, rastiyek din in.
Piştî rûbirûketinê emê jî karibin bi kêfxweşiyê sond bikin. Xwezî bi nîvê gotinê me kariba pirs ji xwe bikirana. Ma ne ji taybetiyên wêjevanan jê ya herî muhîm têgihîştin e, famkirin e, şîrove ye.
Heya ku mijara me takekes bin, heya ku nêzîktêdayîn û fikir ji me re nebin xem zor e ku em xwe ji êşan bişon û dilşadiyê ji xwe re bikin aso.
Na, hewl didim ku têbigihijim. Hewl didim ku ji halê me fam bikim, ji derûniya me fam bikim. Hewl didim da têbigihîjim bê ji bo çi hin gotinên pêşiyan ku ne tu gotin in ji bo çi ew qas bi me şîrîn in! Ev çi edeb e û çi ecêbî ye ku nivîsên edebî wan gotinan vedihewînin… Ma pêşiyan çi gotine û çi ne gotin e! Ma edebiyat ne ew tişt e ku gotinên ne tu gotin in jî ji jiyanê derîne, di dewsa wan de derbirînên şîrîn bi cih bike. Dixwazim têbigihîjim, xwe dixim dewsa ên din û dixwazim sebrek xwe li min bide der. Têdigihîjim, fam dikim, dizanim hin halên me bê çi hal in! Naxwazim ew qas bi kûr de jî biçim lewre hal ev hal e mixabin; ku bi kûr de biçim ezê jî bibim dîlê êş û aloziyê.
Di Amîdakurd de Rêzan Tovjîn bi bawer im wanî gotibû, nivîsa însan, şêweyê însan, însan bixwe ye!
Ev gotin hem pirs e hem jî bersiv e. A rast gere em vê gotinê ji bîr nekin û hin tiştan ji xwe re nekin xem. Helbet tu nivîskar tu car nikare xwe û nivîsên xwe veşêre. Helbet rastiya lehengê Çexov hê hinek ji me dûr e.
Nîşe: Ji serî de heya niha hew hewlek min hebû ew jî ev bû bertekiyên xwendinê parve bikim. Heya ji dest min hat min tu tespît di der barê edebiyata me û kesan de nekir. Ji bilî flortan! Û li gorî min flort ji demên hezkirinê dema herî xweş e. Dîsa bi dubareyî dibêjim bila destê wan kesan sax bin ku wan bi dilfrehî nivîsên flortî lêkirine. Mala wan ava ku ew hewl didin da nivîskarên kurmancî bi hev şîrîn bibin, xwe bi hev şîrîn bikin. Helbet bi wateya teng nabêjim, dizanim ku tu xema wan kesan nîn e ku nivîskariya xwe bi kesan bidin erêkirin.
Ezê ji vir bi şûn de jî ne wekî birêz Ehmed Huseynî lê wekî Ehmed Huseynî lêbikim lewre ez dizanim navê nivîskaran bi tena serê xwe bes hurmetê vedihewînin û şîrîn in. Her kes pê dizane ku edebiyat ji zimanê daxwaznameyan dûr e.
Rastiyek din jî ev e ku wekî hevalekî bi bîra min xist xemxurên vî zimanî çi bêjin jî xwedî niyeteke baş in. Ma gelo wext nehatiye ku em bifikirin bê gotinên ne gotin ne li me tên ne jî li berhemên me û ne jî li niyeta me.
Û carek din ew gotina xweş û bi wate a Mewlana bi bîra min hat: “Hûn çi dibêjin ne muhîm e, a muhîm ew e ku tişta hûn dibêjin ê/a li hember we çawa têdigihije.”
cihanacirokan@hotmail.com