Em ji keşifkirinê bêhtir li dû nîşankirinê ne. Em ne bi mereq in mereqdarê nîşankirinê ne. Her du têgeh nêzî hev xuya dikin lê gelek ji hev dûr in; ji bo keşfê mereq, ked, rê û rêgezên beşên zanîstê lazim e, serkeftin ne teqez e, dibe ku rasterast tu tiştî li ‘navê’ we zêde neke! Riya we ne kese ye, jê re sebir divê ya herî muhîm jî ji we exlaqê zanistê, tewrên demokratîk, nêrînên berfireh hêvî dike rastiya têgeha keşfê. Gere hûn ji dengê xwe bêhtir dengan bibihîzin.
Nîşankirin ne wanî ye, nêrîn muhîm e di nîşankirinê de ne fikir, gengêşî û analîz. Hinek gotina, “Min got û bû” bi bîr tînin. Kirde muhîm e di vî mantiqî de. Ji fikrê bêtir ê/ên gotine muhîm in. Di nîşankirinê de ezîtî û egoyek mezin a li ber fetisandinê û abanosî heye. Bêhtir xwe li rê û rêçikên jiberkirî digire ev mantiq. Ciyê lê dijî pirî caran rê dide cîhana wî/wê, çend kîlometre bi dûrî xwe jî nabîne, ciyên bi gelek dûr jî xeyal nake. Pirî caran di civakên wanî de bi destxistina nav û navdariyê jî asan e! Bi dû nakeve da biafirîne, li devan dinihêre. Hewakî û sayakî bang dike. Di ferhenga vî mantîqî de ciyê peyva belkî nîn e. Teqezî û bi xwe beledbûneke vik û vala heye. Dûşên (şablon) belavokî di şêwaza ha de mîna mohr e. Belê belê mohr û nîşankirin hinekî lihev dikin. Rast e hinekî jî ji rebeniya rihî xwe dide der.
Carê em ji gund diçûn navçeyê. Em şagirtên dibistana navîn bûn. Rojekê di rê de hevalekî me ji nişke ve beziya, çû cem bûtek deviyê, pê de mîst, li me zivirî û bi hêcan got: “Ji îro bi şûn de ev cî ciyê mîza min e, hûn çi qas derbas bûn, bibêjin ev cî ciyê mîza ……e.”