Diyarname
Di roja 26'ê mehê de bi gurahî li sê eniyan êrîşa çeteyên DAIŞ'ê û berxwedana YPG/YPJ'ê didome. Di 24 saetan de 100 çete hatine kuştin.
Nûçegihanê ANHA’yê ragihand ku hêzên YPG’ê li her sê eniyên şer ên herêma Kobanê berxwedana xwe li dijî hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê didomîne. Di encama şer û pevçûnên 24 saetên dawî de li rojava, başûr û rojhilatê Kobanî 100 çete hatine kuştin.
YPG'ê tanga DAIŞ'ê desteser kir
Li başûrê Kobanê piştî şer û pevçûnên dijwar ên di navbera hêzên YPG û çeteyên DAIŞ'ê de rû dan, hêzên YPG’ê tangeke aîdî çeteyan desteser kir.
Volkana El-Firatê 35 kuştin
Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyekî ji Navenda Çalakiyan a Volkana El-Firatmê hatine wergirtin, li rojhilatê gundê Siftikê yê li rojavayê herêma Kobanî li dijî çeteyên DAIŞ’ê çalakiyek li dar xistine. Heman çavkaniyê ragihand ku di çalakiya ku saet di 04.00’an de pêk hatiye de, çeteyan derbeyên giran xwarine.
Çavkaniyê da zanîn ku şer û pevçûn di navbera endamên Navenda Volkana El Firatê û çeteyên DAIŞ’ê de hê jî berdewam in û got: “Di vê çalakiyê de herî kêm 35 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin.”
Ji bo paqijkirina herêma çemê Firatê ji çeteyên DAIŞ’ê berî demekê di navbera hêzên YPG/YPJ’ê û hin tugay û tabûrên Artêşa Azad de li hev kirinek çêbûbû navê Volkana El-Firatê li vê yekê kiribûn.
DBP'ê banga berxwedana bênavber kir
Li aliyê din DBP’ê bi dirûşmaya, “Pirsûs Kobanî ye, Kobanî Pirsûs e” bang li tevayî pêkhateya xwe ya rêxistinkirî kir da ku tevlî berxwedana bêdem a bênavber a li hember çeteyên DAIŞ bibin.
***
Nûçeyên eleqedar:
- Leşkerên tirk gule bera gundekî Kobanî da: Kesek mir
- Wêneyê rojê: Li ser sînor sînorek ji gel!
- TGS: Li Pirsûsê mafê girtina nûçeyan tê astengkirin
- Ji Kobanî û ser sînor notên roja 25'ê mehê
- Serokên partiyên çepgir li ser sînorê Kobanî ne
- Partî û rêxistinên Amedê banga seferberiyê kirin
- Li Stenbolê bi hezaran kes ji bo Kobanî meşiya
- Ji bo Kobanî bang li endamên tenduristiyê hat kirin
- Aldar Xelîl bang li hêzên Başûr kir
- Mebûsên HDP'ê li sînor dest bi çalakiya rûniştinê kirin
- Irmak : Armanca me dengê Kobanê bigihînin dinyayê ye
- Mebûsa kurd ji Serokwezîrê tirk meseleya bi trênê çekbirina ji bo DAIŞ'ê pirsî
- Mebûsên kurd li ber NY'ê dikevin gireva birçîbûnê
- Turk: ‘Kobanî berxwe dide kesê piştgirî nede dijmin e’
- Demirtaş: Roj roja rûmetê, roja parastina pêşerojê ye
- Şer li kîjan aliyê Kobanî didome?