Diyarname
Di Lîga Şampiyonan de maçên nîv fînalê dest pê kirin. Maça yekem îşev di navbera Manchester City (MC) û PSG'ê de bû. MC bi 2-0 bi ser ket û derket fînalê.
Di maça yekem de li Fransayê MC bi 2-1 bi ser ketibû û bi vê avantajê li mala xwe dest bi maçê kir. Heta niha MC û PSG çar caran hatibûn hemberî hev MC qet têk neçûbû: 2 serketin, 2 wekhevî. Maç bi vî awayî dest pê kir. Ji serî ve tîma herî zêde dixwest here fînalê û bi organîze bû, MC bi xwe bû. Bi vî wayî di deqîqeya 11'an de gola MC'ê hat. Riyad Mahrezê ku tîma xwe bi 1-0 derxist pêş, di deqîqeya 63'yan de golek din avêt û encam diyar kir: 2-0. Bi vê encamê MC derket fînalê û li benda reqîbê xwe ye.
Di vê navberê de ji PSG'ê Angel Di Maria di deqîqeyê 69'an de qerta sor dît.
Li aliyê din Manchester City di Lîga Şampiyonan de di her şeşê maçên dawî de her bi ser ketibû û bi vê bû 7 maç ku bi ser dikeve. Bi vê yekê li Îngilistanê bû tîma yekem ku 7 maçan bi ser hev de bi dest dixe. MC heta niha di Lîga Şampiyonan de qet kûpa bi dest nexistiye. Ligel Pep Guardiola tîm sê caran heta çarîk fînalê hatibû lê li wir têk çûbû. Îsal yekem car derketibû nîv fînalê û niha derket fînalê. Tîm jî Guardiola jî pir zêde vê kûpayê dixwaze. Guardiola ligel tîma Barselonayê du caran ev kûpa bi dest xistibû (sala 2008-09, 2010-2011).
MC vê Guardiola kûpayê dixwaze
Yan Real yan Chelsea
Maça din a nîv fînalê ya Lîga Şampiyonan sibê di navbera Chelsea û Real Madrîdê de ye. Di maça yekem de li Spanyayê 1-1 wekhevî hebû. Tîma bi ser bikeve dê bibe reqîbê Manchester City.
Maça fînalê roja 29'ê gulanê dê bê lîstin.


