Diyarname
Ji 15'ê vê mehê ve çeteyên DAIŞ'ê ji aliyê rojava, rojhilat û başûrê Kobanî ve êrîşê Kobanî dike. YPG, YPJ, gelê Kobanî li hemberî êrîşê çeteyên DAIŞ'ê ber xwe didin. Îro hem li nava Kobanî, hem li derve gelek pêşketin çêbûn. Vane notên 20'ê mehê:
- Hikumeta Kobanê jî çek girt
Li Kobanî her kes li ser piyan e. Serokê Hikumeta Kobanî Enver Muslim û hemû wezîran îro çek girtin û li hemberî çeteyan di nav berxwedanê de cih girtin. Muslim wisa got: "Emê ber xwe bidin, dê berxwedana me here serketinê."
- Hezar ciwan ji Bakur derbasî Kobanî bûn
Li ser sînorê Kobanî li gundê Etmanik kona berxwedanê hate vekirin. Çalakiya piştgiriya zêdetirî deh hezar kesî li ser sînor didome. Îro li dor hezar ciwanî ji bo beşdarî YPG'ê bibin sînor derbas kir û çûn Kobanî. Girse li vir her diruşma "Biji berxwedane Kobanê" bilind dike. Carinan di navbera gel û leşkerên tirk de xirecir derdikeve.
- Yên hatin li Sirûcê hatin bi cih kirin
Gelê kurd ê ji çeteyan reviyan ev çend roj bûn li ser sînor bûn û Tirkiyeyê nedihişt derbasî Bakur bibin. Duh êvarkî Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu destûr da û sînor hate vekirin. Gelek kes li dibistanan, li konên ku AFAD'ê vekirin hatin bi cih kirin. Gelek ciwan û mêrên ku malbatên xwe bi cih kirin ji bo li hemberî çeteyan şer bikin vegeriyan Kobanî.
- Saziyên Amedê: Em xwedî li berxwedanê derê
Saziyên Sivîl ên Amedê li Cemiyeta Rojnamegerên Başûrêrojhilat daxuyanî dan û xwestin her kes xwedî li berxwedana Kobanî derê. Hevseroka DBP'ya Amedê Zubeyde Zumrut, Serokê ÎHD'ya Amedê Raci Bilici,Berdevkê Demê yê Şaxên KESK'ê Muhsin Uyanik, Serokê Odeya Tabîbên Amedê Cengiz Gunay, Serokê Baroya Amedê Tahir Elçi ligel nûnerên Odeya Sanayi û Ticaretê ya Amedê, DOGUNSÎFED, DÎSÎAD, GUNSÎAD, DÎAY-DER, Kordînasyona TMMOB'ê ya Amedê beşdarî daxuyaniyê bûn.
Daxuyanî ji aliyê Serokê DOGUNSÎFED'ê Şahismail Bedirhanoglu ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku hê koça sed hezaran a ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve didome, niha jî êrîşeke wekî wê li Kobanî çêbûye. Bedirhanoglu got ku ev sal e DAIŞ bi awayekî hov êrîşê gelê kurd dike û ger li Kobanî ev êrîşa wan bi ser bikeve dê felaketeke mirova a sedhezaran kesî pêk bê.
Bedirhanoglu wisa got: "Li hemberî vê êrîşa hov piştgiriya bi gelê Kobanî re berpirsiyariyeke mirovî ye. Parastina gelê sivîl ê Kobanî di heman demê peywira ehlaqî û hiqûqî ya dewletan û civaka navneteweyiye jî. Em saziyên sivîl ên li Amedê bang li her kesî dikin ku li hemberî felaketa li Kobanî bihistiyar bin û her cure madî û manewî piştgiriya wir bikin."
- Dayikên Şemiyê: Em beşdarî berxwedana Kobanî bibin
Dayikên Şemiyê ku ev 293 heftene ji bo windayîn xwe her roja şemî çalakiya rûniştinê li dar dixin, îro li Batman û Amedê dîsa çalakî li dar xistin û vê carê bal kişandin ser berxwedana Kobanî. Dayikan got divê her kes xwedî li Kobanî derkeve û beşdarî berxwedanê bibe.
- YPG: 45 çete hatin kuştin
YPG'ê ragihand ku li gundên Xerbistan, Eyn El Bat, Qaramox ku dikevin rojhilatê Kobanê, li Piling, Alçax, Derbazin, Cibilferac, Til Ezwed û Til Zaxros ku dikvin rojavayê Kobanî û li gundê Kuneftar, Qamçê ku dikevin başûrê Kobanî şer bi xurtî didome. Li gor daxuyaniyê duh 45 çete hatine kuştin, derbe li tangek dane, 2 erebe û doçkayek bi 14.5'ê ya çeteyan hatiye şikênandin.
- Efrîn: Em amade ne Kobanî biparêzin
Li Kantona Efrînê bi hezaran kesî meşeke li dar xist, êrîşa çeteyan şermezar kir û got ku em amade ne Kobanî biparêzin. Çalakî ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve hate li dar xistin û bi hezaran kes beşdar bûn. Meş li çarqorziya Newrozê dest pê kir û heta Qada Azadî ya navenda bajêr dom kir.
- Ji Ewropayê jî deng derket
Li EWropayê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê xwest her kes xwedî li Kobanî derê.
Federasyona Komeleyên Êzîdiyan (FKÊ) ya Ewropayê jî daxuyanî da û xwest êzîdî xwedî li Kobanî derên.
- Artêşa Tirk îro jî çek dan DAIŞ'ê
Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) ku îdîa kiribû çend roj berê trênek li gund sekiniye û çek dane DAIŞ'ê, got ku îro jî Artêşa Tirk çek dane DAIŞ'ê. Li gor nûçeyê vê serê sibê (roja 20'ê mehê) li nav gundên Qaramox û Eny El-Batê 5 erebeyên tije çekên giran teslîmê DAIŞ'ê kirine. Çavkanî radigihîne ku di nav van amûrên leşkerî ku dan DAIŞ'ê de topên 57'în, Doçkayên 23'yîn û gelek sindoqên ku guleyên çekan têde hebûn.
Li gundê Qaramox ji duh de şereke giran di navbera çeteyên DAIŞ'ê û YPG'ê de didome.
***
Nûçeyên eleqedar:
- Demirtaş: Roj roja rûmetê, roja parastina pêşerojê ye
- Şer li kîjan aliyê Kobanî didome?
- KNK’ê ji bo Kobanî bangelek lezgîn kir
- Bi fuzeyan êrîşê navenda Kobanî kirin