Kobanî
YPG'ê li Kobanî cihên ku êrîşên çeteyên DAIŞ û berxwedana YPG'e didome eşkere kir.
Navenda Çapemeniya YPG’ê derbarê şer û pevçûnên li herêma Kobanî ku 15’ê vê mehê dest pê kiribû daxuyanî da.
Li gor daxuyaniya YPG'ê ku di malpera wan a fermî de hatiye weşandin şer û pevçûnên dijwar li herêma Kobanê rû didin. Daxuyanî wisa dibêje: “Hêzên me li rojhilat, rojava û başûra Kobanê bi vîn û biryardariyek xurt li hember êrîşên çeteyan yên bi tank, top, fuze û çekên giran êrîş dikin berxwedidin.
Gundên Qumçê, Qilhaydê, Cadê û Kunxeftar a dikeve başûr, Korik, Îdaniyê, Badik û Metînî ya dikeve rojhilat, Degîrmen, Boraz, Zerik, Talik û Cibilferac a dikeve rojavaya Kobanê pevçûnên dijwar tên jiyîn."
YPG'ê qala 5 eniyên şer kir û got: "Hêzên me li hemberî êrîşên DAIŞ’ê yên ku ji 5 eniyan ve êrîş pêş dikevin berxwedanek mezin nîşan didin û pêşketina êrîşên çeteyan asteng dikin. Pevçûnên dijwar tên jiyîn. Di encama pevçûnên şeva din rûdane de li gundê Qumçê 2, li gundê Korik jî 5 şervanên me ku berxwedanekî mezin nîşan dan û bi qehremanî şer kirin gihîştin şehadetê.
Ji ber ku pevçûnên dijwar li herêmê berdewam dikin agahiyên zelal nayê girtin, bi raya giştî re were parvekirin.”
Nûçeyên eleqedar:
- KNK’ê ji bo Kobanî bangelek lezgîn kir
- Bi fuzeyan êrîşê navenda Kobanî kirin
-