Dêrsim
8'emîn Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê îro bi pêxistina meşaleyê dest pê kir.
Hevserokê DTP'ê Ahmet Turk, parlamenterên DTP'ê Sevahîr Bayindir, Aysel Tugluk, Sirri Sakik, Şerafettîn Halîs, rêveberên Navenda Giştî ya DTP'ê, endamên Meclisa Jinan a DTP'ê, endamên, Meclisa Ciwanên Demokratîk û Welatparêz a DTP'ê û Serokê Giştî yê EMEP'ê Levent Tuzel, di saetên nîvro de li ser Pira Mazgêrtê ji aliyê Şaredara Dêrsimê Songul Erol Abdîl û komek gel ve hatin pêşwazîkirin.
Li vir ekîba lîstikên gel a Varvara ji bo mêvanan kurtelîstik pêşk^şe kirin
Li ser rêya Pêrtagê bi mêvanên ji bajarên din hatin konvoya ji sedan wesayîtan pêk hat, ber bi navenda bajêr ve bi rê ket. Li daketina bajêr, Ekîba Pedal a Mûnzûrê ku bi pisqilêtan ji Îzmîr û Enqereyê hatibûn, tevlî konvoyê bûn. Konvoya ku bi pankarta "Li Mûnzûrê ji bendavan re na, destên xwe ji Mûnzûrê bikişînin' hate ser Sûka Binerd a Şaredariyê, bi çepik û tilîliyan hate pêşwazîkirin. Bi sedan kesên li vir kom bûn, ber bi qeraxa Çemê Mûnzûrê ve meşiyan.
Waliyê Dêrsimê Mustafa Yaman, nûnerên saziyên fermî û Teşebûsa Jiyandina Heskîfê jî tevlî meşê bûn. Di meşa ku pankarta "Li Mûnzûr û Heskîfê ji bendavan re na" û dovîzên hatin rakirin de, bendavên tên xwestin li Mûnzûrê bên çêkirin hatin şermezarkirin. Piştî li qeraxa Çemê Mûnzûrê meşaleya festîvalê ji aliyê Hevserokê DTP'ê Ahmet Turk, Waliyê Dêrsimê Mustafa Yaman û Şaredara Dêrsimê Songul Erol Abdîl ve hate vêxistin, bernameya festîvalê dest pê kir.
‘Festîvala aştî û biratiyê’
Şaredara Dêrsimê Songul Erol Abdîl ku li vir axaftina destpêkê ya festîvalê kir, da zanîn ji bo bi hev re dengê aştî û biratiyê bilind bikin hatine vir û da zanîn festîval peyama yekîtiyê hildigire.
Abdîl, destnîşan kir ku wê li Mûnzûr û çanda xwe xwedî derkevin û bang li hemû kesan kir ku beşdarî çalakiyan bibin.
Mûnzûrî coşiyan
Piştî axaftinan Ekîba Semahê ya Zarokan a Navenda Çanda Ciwanan a Şaredariyê û Ekîba Folkorê ya Varvara derketin ser dika di nava Çemê Mûnzûrê de hatiye avakirin û hunerên xwe nîşan dan.
Piştre hunermend Kîbar Aslan û Mehmet Atli bi staranên gotin re demên bi coş bi dêrsimiyan dan jiyîn.
Ji îro pêde bernemaya festîvala Mûnzûrê:
01 Gelawêj, În
Panel
Mijar: Zagona Bingehîn û Demokratîkbûyîn
Beşdar: Prz. Selahattin Demirtaş (Mebûsê DTP’ê), Yildiz İmrek (Rojnameger- nivîskar), Prz. Ozlem Gumuştaş (Berdevka ICAD’ê ya Tirkiyeyê), Prof.Dr.Mithat Sancar (Hîndekarê Fakulteya Hiqûqê yê Zanîngeha Enqereyê ) Prz. Taylan Tanay (Halkın Hukuk Burosu)
Moderator: Prz. Sezgin Tanrikulu (Serokê Baroya Amedê)
Cih: Salona Konferansê ya Şaredariyê
Saet:10.00-12.00
Modern Dans
Kom: Koma Dansê ya Navenda Çanda Dicle-Firatê
Lîstik:Derwêşê Evdî
Cih: Qesra Çandê
Saet:12.00-14.00
Belgefîlm/ Ji bo bîranîna Kalo Frik
Belgefîlm: Frik Dede
Derhêner:Buket Aydin
Cih: Navenda Çanda Ciwanan
Saet:13.00-14.00
Xwendina Helbestan
Hicri Îzgoren
Cih: Munzur Baba Restorant
Saet:14.30-15.15
Gotûbêj
“Jin civak û siyaset”
Sebahat Tuncel (Mebûsa DTP’ê), Nuray Sancar (Nivîskar), Cihan Kaplan (Berdevka Navenda Çanda Gel a demê), Nurten Karataş (Berdevka Tevgera Jinên Şoreşger).
Moderator: Zubeyde Kiliç (Seroka Egitim-Senê)
Cih: Salona Konferansê ya Şaredariyê
Saet:16.00-18.00
Şano
Grup: GKM Tiyatro Grubu
Lîstik: Mûnzûr
Cih: Sehneya Mûnzûrê/ Li kêleka pira Hêşîn
Saet:18.00-19.00
Konser/ Ji bo bîranîna Mehmed Uzun
Latina/GKM Muzik Grubu
Ozan Rençber
Erdal Bayrakoğgu
Agirê Jiyan
Efkan Şeşen
Cih:Stada Bajêr
Saet:19.30-24.00
02 Gelawêj, Şemi
Panel
Mijar: Ji bo enerjiyê çavkaniyên
Beşdar: Prof.Dr.Îlyas Yilmazer, Necati Pirinççioglu, Dr.Alper Akyuz, Cemalettin Kuçuk
Moderator: Hasan Şen / TUDEF
Cih: Salona Konferansê ya Şaredariyê
Saet:10.00-12.00
Belgefîlm / Ji bo bîranîna Yahya Menekşe
Belgefîlm:13 Gule
Derhêner:Mehmet Hatman
Cih: Navenda Çanda Ciwanan
Saet:13.00-14.00
Şano
Grup:Tiyatro İmge
Lîstik: Bir Anarşistin Kaza Sonucu Olumu
Cih: Qesra Çandê
Saet:14.00-16.30
Gotûbêj
“Li Tirkiyeyê elewîtî”
Ergin Dogru, Ali Balkiz, Dogan Munzuroglu, Ali Kenanoglu, Hıdır Temel
Moderator: Prof.Dr.Buşra Ersanli
Cih: Salona Konferansê ya Şaredariyê
Saet:15.00-17.00
Helbest
Emirali Yagan-Mehmet Çetin
Cih: Bexçeya Çayê ya Mûnzûrê
Saet:17.00-18.00
Konser / Ji bo bîranîna Ahmet Arif
Metin Kahraman
Mahabad
Grup Munzur
Ferhat Tunç&Wenzel
Cih:Stada Bajêr
Saet:19.30-24.00
03 Gelawêj, Yekşem
Panel
Konu: Ziman û Mirov
Beşdar: Dr.Ali Rıza Arslan, Elif Akgul Ateş, Ramazan Pertev, Alaaddin Dinçer
Moderator: Suleyman Ateş
Cih: Salona Konferansê ya Şaredariyê
Saet:10.00-12.00
Belgefîlm
Belgefîlm: Pirdesur
Derhêner: Caner Canerik
Cih: Navenda Çanda Ciwanan
Saet:13.00-14.30
Forûma Avê
“Dest nede ava min, ji ticarîkirina avê re na”
Cih: Li kêleka Pira Hêşîn
Saet:14.00-16.00
Şano
Grup: Dersim Kultur Dernegi Tiyatro Grubu
Oyun: Umut
Cih: Qesra Çandê
Saet:14.00.-15.30
Helbest
Berken Bereh-Nesimi Aday
Cih: Reina Bi
Saet:15.00-16.00
Gotûbêj
“Dêrsimî pirsgirêkên Dêrsimê nîqaşdikin”
Songul Erol Abdil (Şaredara Dêrsimê), Prz.Bariş Yildirim (Nûnerê Dêrsimê yê ÎHD’ê),
Hidir Belice (Serokê Esnaf û Senetkarên Dêrsimê), Prz. Ozgur Ulaş Kaplan (Baroya Dêrsimê)
Moderator: Mustafa Taşkale (Cîgirê Şaredara Dêrsimê)
Cih: Salona Konferansê ya Şaredariyê
Saet:16.00-18.00
Meşa Festîvalê
Güzergah: Qada Qişleyê-Kêleka Pira Hêşîn
Saet:18.00-19.00
Konsera Dawî / Ji bo bîranîna Frik Dede
Axaftina dawî: Songul Erol ABDÎL (Şaredara Dêrsimê)
Seher Dilovan
Grup Yorum
Rojda
Yeni Turku
Cih:Stada Bajêr
Saet:19.30-24.00
Pêşkêşvan: Esin Yalçin-Nesrin Aksu
DÎHA - Diyarname