Diyarname
Bi ser mirina stêrka sînemayê Marilyn Monroe nîv esrek zêdetir derbas bûye lê ew hê jî di rojevê de ye. Niha kinc û fotografên aîdê wê dê pêşî di pêşangehek de bêne pêşkêşkirin û dûre di mezatê de bêne firotin.
Kinc û fotoyên wê li Mezatxaneya Profiles in History ya li DYA'yê dê bêne pêşkêşkirin û paşê bêne firotin. Pêşangeh 18'ê vê mehê dê vebe û heta 30'ê rezberê dê vekirî be. Û paşê di dawiya meha kewçêrê de ew dê bêne firotin. 15 kincên ku Monroe di fîlman de li xwe kirine û fotografên wê dê bêne pêşkêşkirin. Di nav van fotoyan de fotoya wê ku kincê wê yê spî li ber bayê ketiye û bi vî awayî bûye navdar jî heye.
Marilyn Monroe di 1'ê pûşpera 1962'yan li Los Angelesê hatiye dinê û di 5'ê gelawêja 1962'yan de li Brentwoodê Los Angelesê miriye. Di sedsala 20'an de ew wekî lîstikvana sînemayê û îkona seksê li dinyayê navdar bû. Her di rojevê de bû û di temenê ciwan, di 36 saliya xwe de mir.