Amadekar: Ciwan Nebî
Rojavayê Kurdistanê ku bi firehiya xwe digihêje 18300 kîlometrê çargoşe, ji firehiya Sûriyayê ya ku digihîje 185000 kîlometrê çargoşe, li wê û Sûriyayê hejmara kurdan digihêje 3 mîlyonan, ango bêhtirî 10 ji sedî ji milletê Sûriyayê yê ku bi hejmara xwe digihêje 23 mîlyonan.
Nexşeya Rojavayê ji bakurê rojhilatê parêzgeha Hisiçayê, ji gundê Endîwerê dest pê dike, bi bakurê Kurdistanê ve -Tirkiyayê- di bajarên Rojavayê: Dêrikê, Girkê legê, Rimêlan, Çilaxa, Tirbespiyê, Qamişlo, Amûdê, Dirbêsiyê, Serêkaniyê, Girê spî, Kobanî û Efrînê re derbas dibe.
Di bajarên: Til koçer, Til Hemîs, Til birak, Hisiça û Til temir re, yên ku li başûrê Rojavayê dikevin.
Li van bajaran kurd li ser axa xwe dijîn, kurd li gelek bajarên Sûriyayê jî hene, li bajarên mezin, wekî Şamê hejmareke mezin kurd li taxên Rikinedîn û Zorava hene, her wiha li bajarê Helebê taxên kurdan Şêx Meqsûd û Eşrefiyê nişteciyên wan hemî kurd in.
Li bajarê Reqayê jî kurd hene, gelek nişteciyên gundewarê bajarê Laziqiyê wekî bajarokê Selma bi nijada xwe kurd in, gelek nişteciyên bajarê Idilib û Hemayê jî.
Nexşeya desthilatdaran li Rojavayê
Bi kirîza Sûriyayê re bajarên Rojavayê ketin bin desthilatdariya gelek hêzên dijberî hev de, her bajarek bi rengekî ketiye bin kontrola hêzekê de, her hêzek bi armancên xwe cîwaz e ji hêzeke din.
Rejîma Sûriyayê xwe ji gelek bajarên Rojavayê vekişandiye û ew niha di bin kontrola kurdan de ne, bi taybetî di bin kontrola hêzên kurdî YPG'ê de, yên ku li ser partiya PYD'ê tên hejmartin, wekî bajarê: Dêrikê, Girkê legê, Rimêlan, Çilaxa, Tirbespiyê, Amûdê, Dirbêsiyê û Til temir yên ku girêdayî parêzgeha Hisiçayê, her wiha bajarên Kobanî û Efrînê yên ku girêdayî parêzgeha Helebê.
Bajarên mezin wekî Qamişlo, ku mezintitrîn bajarê Rojavayê ye li wê hîna hêzên rejîmê û Artêşa Parastina Netewî ya ku bi ser rejîmê de tê hejmartin hene, her wiha hêzên kurdî YPG'ê li wê hene.
Bajarê Hisiçayê yê parêzgeh bi rewşa xwe nedûrî Qamişlo ye, lê bêhtirî Qamişlo, li Hisiçayê hêzên dijberiyê yên tundraw di hundurê bajar de bi rengekî diyar hene.
Bajarokên wekî Til koçer, Til birak, Til Hemîs û Girê spî ku berê di bin kontrola rejîmê de bûn, bi encama cengan niha di bin kontrola hin yekîneyên artêşa Sûriyayê ya Azad û hêzên dijberiyê yên tundraw de ne -hêzên Cebhet El_Nusra û Dewleta mislimantiyê ya Şam û Îraqê yên ku li ser komên Qaîde yên terorîst tên hejmartin.
Taxên kurdan li bajarê Helebê: Hêzên kurdî YPG'ê, bi hêzên Artêşa Sûriyayê ya Azad ya dijber re hêzên rejîmê bi cengan ji taxa Şêx Meqsûd der xistin û ew niha di bin kontrola herdu hêzan de ye. Taxa Eşrefiyê di bin kontrola hêzên rejîmê, hêzên YPG'ê û Artêşa Sûriyayê ya Azad de ye.
Taxên kurdan li bajarê Şamê -Rikinedîn û Zorava- hîna di bin kontrola hêzên rejîmê de ne.
Bajarê Serêkaniyê (mînakê awarte di rewşa bajarên Rojavayê de): Di dawiya sala 2012'yan de hêzên dijberiyê hêzên rejîmê ji wê der xistin û nîvê bajar ket bin destê wan de, nîvê din ket bin destê hêzên kurdî YPG'ê de, lê di hundurê bajar de, di nav herdu hêzan de gelek ceng û şer der ketin, dawiyê hêzên YPG'ê hêzên dijberiya tundraw ji bajarê Serêkaniyê der xistin gundên Esefer necar û Til helef yên dûrî Serêkaniyê, nêzîkî 8 kîlometran û bajarê Serêkaniyê, bi giştî ket bin kontrola hêzên YPG'ê de.
Nexşeya agir û cengan li Rojavayê
Bajarên Rojavayê ku yekem bajarên Sûriyayê bûn li dijî rejîmê rawestiyan, bi rengekî aştiyane, hewl dan xwe dûrî çekdariyê bixin, dûrî wêran û encamên çekdariyê, lê bi dirêjkirina kirîza Sûriyayê re wan xwe dorpêçkirî, di nav ceng û agiran de dîtin, çi ji hêla hêzên dijberiyê yên tundraw ve, çi ji hêla hêzên rejîmê ve.
Agirê cengan serdana hemî bajar û gundên Rojavayê dike, hin bajar û gundan li ber xwe dibe, li hin bajar û gundên din ditevize û vedimre.
Hêzên kurdî Hêzên Parastina Gel (YPG), ku bi dehan qurbanan dideynin û xwe danezan dikin wekî hêzên parastinê, ku li dijî tu hêzan, bi tu hêzên din re ranawestin, li ser gelek eniyan, gelek cengan dikin. Li taxên kurdan li bajarê Helebê, bi hêzên artêşa Sûriyayê ya Azad re şerê dijiwar li dijî hêzên rejîmê dikin, her wiha li heman taxan şerên dijiwar di nav hêzên kurdî YPG'ê û hêzên dijberiyê yên tundraw de der dikevin.
Li bajarokê Girê spî yê bi sînorê Tirkiyayê ve, dûrî bajarê Kobanî bi 90 kîlometrê, hêzên YPG'ê, bi tugeya Eniya Kurdan re, ya ku bi ser artêşa Azad ya Sûriyayê ve tê hejmartin cengên giran li dijî hêzên dijberiyê yên tundraw kirin, li derdora bajarok hîna jî ceng berdewam in di nav heman hêzan de.
Li bajarê Serêkaniyê bi encama cengên giran di nav hêzên kurdî YPG'ê û hêzên dijberiya tundraw de hêzên YPG'ê navenda bajar ji hêzên dijberiya tundraw rizgar kirin, her wiha ew ji gundê Elokê der xistin û têk birin. Ceng di navbera heman hêzan de li gundên bajar Esefer necar û Til helef hîna berdewam in û hêzên dijberiya tundraw ji heman gundan bajarê Serêkaniyê, bi hawintopan bombebaran dikin.
Li derdora bajarokê Til koçer, yê ku li ser sînorê Îraqê, li hemberî -Musilê- dikeve, hêzên YPG'ê hewl didin Til koçer ji hêzên tundraw rizgar bikin, ceng dûrî bajarok bi 3 kîlometran berdewam in, her wiha li gundê Til elo yê nêzîkî 20 kîlometran dûrî Til koçer, li ser rêya Qamişlo.
Bajarokê Rimêlan yê ku zengîn bi petrolê û di bin kontrola hêzên kurdî YPG'ê de, dûrî wî bi 6 kîlometran ceng li gundê Girhok di navbera heman hêzan de berdewam in, her wiha li gundewarên bajarokê Girkê legê, Çilaxa, Tirbespiyê û Til temir.
Gundên bajarên kurdî bi piraniya xwe di bin destê hêzên YPG'ê de ne, lê di heman demê de gelek gund di bin destê dijberiya tundraw de ne jî.
Bajarên kurdî, wekî navend, ger werin pîvan bi gundewarên xwe re jiyan li wan bi rengekî, yan bi rengekî din aram e. Bajarên wekî Dêrikê, Amûdê û Dirbêsiyê, bi awayekî bi gundewarên xwe re bêhtir aram in ji bajarên din.
Rejîm bi rola xwe ji Qamişlo, bi top û balafiran bajarokên Til birak, Til Hemîs û Til Koçer, bi rengekî rojane, ji cihên hebûna xwe bombebaran dike.
Bajarê Qamişlo, wekî navend hîna aram e, li gundên bajar, wekî Til îd cengên giran di nav hêzên kurdî YPG'ê û hêzên dijberiya tundraw de berdewam in.
Li bajarê Hisiçayê, hin caran di nav hêzên dijberiyê û rejîmê de şerên sivik li derdora bajar der dikevin.
Li Kobanî, ku navenda bajar di bin kontrola hêzên kurdî YPG'ê de ye, rewş, bi tevî dorpêçkirinê aram e. Li gundewarên bajar ceng di nav hêzên YPG'ê û heman hêzên dijberiya tundraw û hin yekîneyên artêşa Sûriyayê ya Azad de berdewam in. Rêya Kobanî_ Girê spî dorpêçkirî ye ji hêzên dijberiya tundraw û hin yekîneyên artêşa Sûriyayê ya Azad.
Rewşa bajarê Kobanî gelekî nedûrî rewşa bajarê Efrînê ye, ceng di nav heman hêzan de li gundewaran berdewam in, lê rewşa bajarên Kobanî û Efrînê, wekî bajarên ku bi tena xwe kurdî ne, di nav pirraniya bajarên ku di bin kontrola hêzên diberiya tundraw de, bêhtir metirsiyan diyar dike, cengan girantir dike, berûvajî bajarên kurdî yên din, yên ku bi pirraniya xwe kurd in û di bin kontrola kurdan de ne.
Cengên ku gelek caran di nav hêzên kurdî YPG'ê û hêzên dijberiya tundraw de bi agirbest û rêkeftinan radiwestin, wekî ku li Serêkaniyê bûyî, lê gelek roj derbas nabin da ku agirbest û rêkeftin rawestin û ceng dîsa dest pê bikin di nav heman hêzan de.
Hêzên tundraw -Cebhet El_Nusra û Dewleta mislimantiyê ya Şam û Îraqê- di cengên xwe de, li dijî kurdan tu rêzê nadin sinc û rêkeftinên cengan û malên sivîlan talan dikin, rêyan dorpêç dikin, kurdên sivîl yên rêwî li ser nasnameyan digirin û wan îşkence dikin, her wiha derbaskirina pêdiviyên jiyanê ji bo herêmên kurdî qedexe dikin.
Li Til hasil û Til eran herdu gundên kurdan yên girêdayî gundewarê bajarê Helebê heman hêzan komkujî li dijî kurdên sivîl kirin, her wiha gelek kal û jin girtin û ew îşkence kirin.
Ev cengên berdewam ku şervanên hêzên kurdî YPG'ê wan wekî cengên parastin û hebûnê dikin û bi tenê dawiya wan serkeftinek dane ber çavên xwe. Ev cengên ku ji bajarekî diçin bajarekî din, ji gundekî ber bi gundekî din de û ji hemberî hêzekê ber bi hemberî hêzeke din de li axa Rojavayê bi giştî.
Rojavaya ku gundewarên wê meydanên cengan, navendên bajaran gefkir î bi teqîn û kiryarên terorîst, bi rengekî rojane pêşwaziya birîndar û pakrewanan dikin, her wiha pêşwaziya penaberên cengên gundewaran.
Nexşeya jiyana rojane li Rojavayê
Jiyan li Rojavayê derbas dibe, di nav cengan de, di nav dorpêçkirin, buhabûn, birçîbûn û penaberiyê de.
Ceng û dorpêçkirin li Rojavayê bagerên xwe bi ser jiyana rojane de dibarînin, bi ser buhabûna pêdiviyên jiyanê yên sereke de, zehmetiya peydakirina pêdiviyan û tunebûna wan.
Bi ketina Lîreya Sûrî re, li hemberî dolar buhabûnê rewşa Rojavayê bêhtir ber bi alûziyê de bir, bi germbûna şer, mirin û cengan re li herêmên kurdî, bi dorpêçkirina herêmên kurdî re, bi armanckirina kurdan li ser nasnemeyê û talankirina malên wan re ji hêla hêzên dijberiya tundraw ve kurdên Rojavayê bêhtir malên xwe hiştin û ber bi başûr û bakurê Kurdistanê de reviyan, ber bi kampan de, ber bi Tirkiya, Libnan û Ewropayê de. Nakokiyên di navbera partiyên kurdî de li Rojavayê alûziya Rojavayê girantir dikin, alûziya parastina miletê Rojavayê jî.
Bajarên Rojavayê yên geş bi jiyanê, bi kirîza Sûriyayê û nebûna elktirîkê re di tariyê de dijîn, di germa havînan de, di nav sermaya zivistanan de, sotemenî, bi zehmetiya peydakirina xwe re, ji nirêxên xwe bi şeş yan heft caran bêhtir buha dibin, her wiha hemî pêdiviyên jiyanê.
Tevgera avakirinê li Rojavayê, bi encama dorpêçkirinê û qedexekirina derbasbûna deqan û buhabûna wan rawestiya ye, di heman demê de ji tirsa wêraniya cengan.
Gundewarên Rojavayê, ku jêdera genim, ce û pembû ya Sûriyayê bi tevî bûn, bi encama cengên li ser axa wan tevgera çandinê li wan gelekî bi paş de vegeriya ye, her wiha tevgera bazirganiyê rawestiya ye, bi encama dorpêçkirinê û ne tiştek derbas dibe Rojavayê, ne jî ji wê der dikeve.
Bi tenê mirovên reviyayî ji birçîbûn û mirinê hinardeyên Rojavayê ne û ceng û mirin dahatiyên Rojavayê yên gelek in.
Rojavaya ku dibe nexşeya wê hemî, ne wekî hev pêketî be bi agirê cengan, lê ew hemî, wekî hev vemirî ye bi agirê tirsa ji cengan, bi penaberiyê, bi dorpêçkirinê, bi birçîbûn û buhabûn û nebûna elktirîk û pêdiviyên jiyanê yên sereke…