Diyarname
Pirtûka bi navê "Axîna Licê" ya Lokman Polat ji Weşanên Helwest derket.
Pirtûka axîn û nalîna Licê, pirtûkeke piralî ya derbarê navçeya Licê de ye. Nivîskar Lokman Polat li ser Licê wisa dibêje: "Licê naşibe tu navçeyeke Kurdistanê. Hinek xisûsiyetên taybet yên Licê û Liciyan hene ku li navçeyên din ev xisûsiyet tunin.Di dîroka bakurê Kurdistanê de cihê herî girîng, navçeya herî navdar Licê ye. Ji berê ve herdem têkiliya Licê bi hersê perçeyên Kurdistanê re her hebûye. Çûyin û hatina Liciyan ji perçeyên din qut nebûye. Qaçaxgerên Liceyî tifîngên wan li milê wan, li hespên xwe siwar bûne û çûna başurê Kurdistanê, çûne rojhilatê Kurdistanê û çûne binxetê (başurê biçûk ê Kurdistanê). Licîyan tim piştgiriya serhildan û şerê çekdarî yên rojhilatê Kurdistanê û başurê Kurdistanê kirine. Licîyan çek û sîlah, demançe û tifîng, fişek birine başurê Kurdistanê li wir firotine û ji wir cixare, çaya qaçax, pelê cixarê kirîne û anîne. Çûne rojhilatê Kurdistanê çek û fişek birine û ji wir afyon û singer kirîne û anîne. Yanî Licîyan bi riya qaçaxgeriyê bi perçeyên Kurdistanê re têkilî danîne. Pirtûkên Cîgerxwîn cara pêşî Licîyan ji binxetê anîne bakurê Kurdistanê. Liceyî ji dema serîhildana Şêx Saîdê nemir ta îro welatparêz bûne û ji bo rizgariya welat têkoşiyane."
Di vê pirtûka vegotinî de Polat ji gelek aliyan ve qala Licê û licêyiyan dike. Aliyên siyasî, aliyên civakî û aborî mijarên di pirtûkê de ne.
Her wiha Helwestê wergera pirtûka a tirkî ku ji aliyê Aydin Rengîn ve li tirkî wergerandiye jî weşandiye.