logo
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. Şaredariya Peyasê wê alîkariya perwerdehiyê bide 1.000 xwendekaran
  2. Festîvala Fîlman a Bogazîçî tê
  3. Balafir bi leza 340 kîlometreyî li avahiyan ket
news-details

Rûdaw TV li Enqereyê rûreş e

Navê, berpirsê Rûdaw TV yê Enqereyê Erdal Şîmşek e. Fermo em berê xwe bidin çend gotinên wî yên ku di rojnameyek din a f

  • Dîrok: 10/06/2013
  • Beş: Serbest

Bedel Boselî

Navê, berpirsê Rûdaw TV yê Enqereyê Erdal Şîmşek e. Fermo em berê xwe bidin çend gotinên wî yên ku di rojnameyek din a faşîst û tirkperest de:

"PKK partiyek terorîst û xwînrêj e. Niha bi çend hestiyên avêtine ber, (wek segan) qanî bûye". (Erdal Şîmşek, Rojnameya Mîlat, 02.10.2012)

"Şerafettîn Elçî mirovek xwînmêj e. Dixwaze kurd bibin xulam, evd û kuçikên wî". (Erdal Şîmşek, Rojnameya Mîlat, 02.10.2012)

"Îstîqbarata me (Parastina Tirkiye, MİT) wesa zîrek e ku rengê derpiyê li ber (herdu rêveberên PKK) Fehman Hûseyn û Sabrî Ok dizane. Divê wan bîne û li pêş çavên me dadgeh bike". (Erdal Şîmşek, Rojnameya Mîlat,  22.08.2012)

"Ez û Şemdin Sakik (endamê MÎT'ê) dostên hev in (...)"(Erdal Şîmşek, Rojnameya Mîlat,  17.09.2012)

"Yên ku PKK'yê ji nêz nas dikin dizanin ku rêxistineka xwedî bingehek faşîst û dij-rewşenbîrî ye. Îdeolojiya wê, ji têkeliya BAAS û Stalanîzmê ye. Di rojhilatê Navîn de rêxistineke ku faşîsttirîn, reştirîn û mezintirîn dijminê mirovahiyê ye. Bi vî awayî, ji rêxistina Hasan Sabbahî "Haşhaşiyan" paşverûtir e. We rastî bivê, Xwedayê nûdem Abdullah Ocalan ji Xwedayê sedsala 12'yê Hasan Sabbahî dijwartir û zordesttir e. Ocalan dixwaze kurd tenê jêre bibin evd û baweriyê bi ayetên wî bînin." (Erdal Şîmşek, Rojnameya Mîlat,  22.08.2012)

Berî çend rojan Rûdaw TV'yê dest bi weşana xwe kir û min bi xwe hez jê kiribû. Çi li ser Başûr, çi li ser Rojava, çi Rojhilat û Bakur bi bernameyên xweş, weşanek baş dike.  Niyeta min hebû ku di vir de nivîsarekê ji bo danasîna Rûdaw TV'yê biweşînim û bi rêya gelek malperên din jî kêmahî 100 hezar kes bixwînin. Ev xwestek tenê helwestek neteweyî bû. Lê mixabin ew viyan û şiyana min şkest, êdî dilê min nagire ku temaşe jî bikim.

Serê sibê ji bo kar, ji Gazî Mahallesî ber bi Taksîmê ve diçûm. Min di rêde guh dida Rûda TV'yê, wek her spêdê. Dema nûçegihanê Enqereyê hat ser û pesnên Tayîp Erdoganî digel ahagiyên nerast dan, ez ketim nav şik û gumanan. Wiha digot: "Piştî ku serokwezîr Erdoganî got xwepêşanderan herin mala xwe... Komelê guh dayê û dest ji çalakiyan berdan. Êdî pir hindik kes, 300-400 kes li kolanan mane...". Û digel van ahagiyan gelek agahiyên din ên derewîn didan. Ew derewên Medyaya Tirkî dike dubare dikirin. Rûdaw TV di 2 deqîqeyan de, kir reklamxaneya Recep Tayîp Erdoganî. Bi rastî pêşkêşvanê li Hewlêrê jî hinek şaş ma, min lê anî der. Ez ji şîrove û nêzîkbûna wî nûçegihanî ketim nav gumanan û min dûvçûnek li ser kir.

Ka niha em berê xwe bidinê Televîzyona Rûdawê ya ku pesnê xwe bi kurdewarî û netewetiyê dide, ya ku dibêje "em dengê her kurdekê ne" mirovek çawa kiriye berpirsê xwe yê Enqereyê:

Navê wî Erdal Şîmşek e. Ji rojnamevaniyê pirtir mîlîtanê Erdogan û Cemeeta Gûlenî ye. Pirtûkên wî jî hene ku têde kurdan wekî terorîst, xwînmêj dide nasîn, dewleta Tirkiye wekî pîroz pêşkêş dike. Di nav re xwe li ber Barzaniyan û Başûr şirîn dike. (Lîstika dewleta Tirk a klasîk). Di rojnameya tirkperestan a faşîst de, PKK'yê wekî "Partiya terorîst", gerîlayan "dewar", rêveberên PKK'yê "kuçik", "kujerê zarokan" bi nav dike. Rehmetî Şerafettîn Elçî jî wekî mirovek "xwînmêj" û "bê şeref" dide nasîn. Ji bo parastina (îstîqbarata) Dewleta Turkiye jî dibêje "Îstîqbarata me". Ji kurdên serhilder re dibêje "kafir" û "xwînrêj".

Hûn dikarin hinek nivîsarên wî ji vir bixwînin:

http://www2.milatgazetesi.com/yazarlar.asp?yid=25

Ez di wê baweriyê de me ku rêveberiya Rûdaw TV, ya ku nêzî birêz Barzanî hay ji van kiryarên vî kesî heye. Ango dizanin ka çi tovemirov e. Ya herî balkêş ew e ku kurdî baş nizane lê dîsa ew kirine berpirsê vî karî. Lewre tê heye ku di rêveberiya Rûdaw TV de dostên wek xwe hebin.

Qet nebe, xebatkarên Rûdaw TV, yên welatperwer û bi rûmet bila vê rûreşiyê li ser xwe qebûl nekin, nebin hevkarên van mirovên dijkurd, kesên êrîşê tînin ser şeref û namûsa me kurdan, divê helwesta xwe şanî rêveberiya Rûdaw TV bidin. Her wekî din taybet bila tevger û rêxistinên Bakur û Rojava hay ji vê metirsiya kûr hebin.

Sed heyf û mixabin lewma Rûdaw TV taybet li Bakur mirî ji dayik bû

bedelboseli@hotmail.com

Ji Yuksekovahaberê hatiye girtin

 

Parve Bike

Youtube Me

Hinarên kurdan, îstatîstîk û agahiyên girîng

news

Li ser konsera Koma Amed û Ciwan Haco 2 pirs

news

Omer Dilsoz: Lihêfka bêdengiyê

news

H. Kovan Baqî: Gotinên te stêrk in Nowalîsa

news

Diyarname Nûçe: Pirtûkeke nû a Îrfan Amîda Zenge şev #podcast #diyarname20salîye

news

Diyarname nûçe:Bi hezaran kitabê kurdî hêvî wendoxanê xwu yê #podcast #diyarname #diyarname20salîye

news

Hogir Berbir: Hêlîn ne tenê avahî ye, çîroka jingehê ye

news

DILDAya Selahattin Demirtaşî

news

Diyarname:Pirtûkeke helbestan, “Sola Qetiyayî” derket #diyarname #diyarname20salîye

news

Dilşêr Bêwar: Ez baş im

news

Yeqîn H.: Bîr

news

Kobanî û Cebelîtarik

news

Mesûd Qeya: Ro li ava ye

news

Omer Dilsoz: Em gelek hez ji hêkên gundan dikin

news

Festîvala FîlmAmedê bi xelatdayînê bi dawî bû #diyarname20salîye #podcast #diyarname

news

Film: Fîlmê Adîle Naşît tê

news

Dor 60 helbestên li ser evînî

news

Rewşa Îsmaîl Beşîkçî, 28.09.2025

news

Diyarname: Koma Amed li Amedê konserê dide #diyarname20salîye #diyarname #books

news

330 Saliya Mem û Zînê tê pîrozkirin #diyarname #diyarname20salîye #pirtûk

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 26 10 2025

Dahûrîna Derûnkolînerî (Psychoanalysis) ya Frantz Fanon bi Neynika Kurdî

news
  • 21 10 2025

'Beybûnên Yasemînê' ya Ferhadê Mihemed

news
  • 20 10 2025

Li ser 'Dojeha veşartî'

news
  • 19 10 2025

603 kevirên çargoşe û obsesîfek

news
  • 19 10 2025

Li pencereyê me yadê 

news
  • 14 10 2025

Fikirîna bi mentiqê tirkî: Sernavên tirkmancî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Kuştina Weşanger

  • Dilşêr Bêwar
news

Suryanî bi kurdî lavayî Xwedê dikin!

  • Hogir Berbir
news

ev ne helbest e seba vê demsalê

  • Mesûd Qeya
news

Kîjan rastî?

  • Dilşêr Bêwar
news

Pelê darê û nefesa bê

  • H. Kovan Baqî
news

Piştî xwîna min guherî xuyên min jî guherîn!

  • Kazim Polat
news

‘Helal Et’, ‘Helal Kurdçe’

  • Cemil Oguz
news

Lihêfka bêdengiyê

  • Omer Dilsoz
news

Gotinên te stêrk in Nowalîsa

  • H. Kovan Baqî
news

Hêlîn ne tenê avahî ye, çîroka jingehê ye

  • Hogir Berbir
news

Ez baş im

  • Dilşêr Bêwar
news

Bîr

  • yeqîn h.
news

Ro li ava ye

  • Mesûd Qeya
news

Em gelek hez ji hêkên gundan dikin

  • Omer Dilsoz
news

Heke gotin xwîn bibin, ev nivîs ê bibe dilekî sekinî

  • H. Kovan Baqî
Ev jî hene
ad

12 hewan li Qamişlo û Nisêbînê ketin

ad

Di ‘Roja Diyariya Pirtûkan’ de hûn jî pirtûkek diyarî bikin

ad

Mehmet Ali Erbil jî bi kurdî axivî

ad

Bû 20 sal in di xizmeta me de ye

ad

Yekîtiya Ragihandina Azad êrîşa ser nûçegihanan şermezar kir

ad

Wêneyê Yeqîn H.

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Şaredariya Peyasê wê alîkariya perwerdehiyê bide 1.000 xwendekaran

  • 06 11 2025
news

Festîvala Fîlman a Bogazîçî tê

  • 06 11 2025
news

Balafir bi leza 340 kîlometreyî li avahiyan ket

  • 05 11 2025

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2025 Diyarname