Diyarname
BDP'ê bajar bi bajar bernameyên Newroza 2013'yan eşkere kir. Vaye ew bername:
BDP ku her sal ji bo pîrozbahiyên Newrozê bernameyan amade dike îsal jî roj û cihên ku dê Newroz lê bê pîrozkirin eşkere kir. Îsal bi diruşma "Ji bo Ocalan azadî, ji bo kurdan statu" Newroz tê pîrozkirin. Li 45 bajar û navçeyan dê di navbera rojên 17-21'ê adarê de Newroz bi coş bê pîrozkirin. Mîtînga herî dawî ya Newroza îsal ku navê fînal lê kirine dê li Amedê li dar bikeve ku li Amedê roja 21'ê mehê lidar dikeve.
BDP'ê di daxuyaniya ku ji rêxistinên xwe re şand de gotiye ku di mîtîngan de bi kurdî bila axaftin çêbin û gel jî bi kincên xwe yên gelêrî beşdarî mîtîngan bibin.
Roj bi roj û bajar û navçeyên ku wan rojan dê Newroz lê bê pîrozkirin bi vî awayî hatiye sazkirin:
17 Adar 2013, Yekşem:
Wan, Stenbol, Edene, Antalya, Aydin, Bursa, Denizli, Entab, Îzmîr, Kocaeli, Konya, Manisa, Mêrsîn, Tekirdag, Serêkanî, İskenderun, Milas, Farqîn
18 Adar 2013, Duşem:
Çewlig, Dêrsim, Culemêrg, Îdir, Qers, Mûş, Erxenî, Qoser, Licê
19 Adar 2013, Sêşem:
Agirî, Batman, Bedlîs, Erzerom, Mêrdîn, Riha, Bismil, Pazarcix.
20 Adar 2013, Çarşem:
Semsûr, Elezîz, Meletî, Sêrt, Bazîd, Elbistan, Silopî, Tetwan, Gever
21 Adar 2013, Pêncşem:
Amed.