Diyarname
Di lîga mezin a dinyayê Premiera Lîga Îngilistanê de çi diqewime? Kî diçe, kî tê, kî hat, kî dixwaze were? Va ne hin agahiyên ji serdema transferê ya Premier Lîgê...
Kim Min-Jae wê here MC'yê
Lîstikvanê ji Koreya Başûr Kim Min-Jae li Napolî bû şampiyon. Di şampiyonî de keda wî pir bû loma jî tîmên mezin ketin dû wî. Ji Bundesligayê Bayer Munihê gelek pere pêşkê kirin. Lîstikvanî berê xwe da wir, lê li aliyê din ji Premier Ligê jî Manchester Unitedê ew dixwest. Niha jî Manchester City ket dewreyê. Loma jî serê Kim Min-Jae tevlihev bû.
Lukaku dê here Milanê?
Lîstikvan Romelu Lukaku niha li Chelsea ye lê AC Milan wî dixwaze. La Gazzetta dello Sqorê got ku Milan amade ye ji bo Lukaku 40 mîlyon Euroyî bide.
Kai Havertz çû Arsenalê
Lîstikvanê alman Kai Havertz ku li Chelsea ye û di sala 2021'ê de ligel Chelsea kûpaya Lîga Şampiyonan girtibû, niha berê xwe da tîma Arsenal. Arsenalê bonus jî têde 75 mîlyon Euro ji bo wî da klûbê.
Mateo Kovacic çû MC'yê
Lîstikvanê hirvat sala bê dê formaya Manchester City li xwe bike. Mateo Kovacic ku di sala 2019'an de ji Real Madridê transferê Chelsea bûbû, niha jî berê xwe da MC'yê. MC bonus jî têde 35 mîlyon Euro dê bide Chelsea.
Kane dê here Bayernê?
Piştî ku Robert Lewandowski ji Bayern Munih çû Barselonayê, Bayernê cihê wî tije neke. Tîm niha dixwaze bi Harry Kane cihê wî tije bike. Ji bo vê yekê Bayernê pêşniyareke ji 70 mîlyon Euroyî pêşkêşî Tottenhamê kiriye. Rojnameya alman Bildê gotiye ku tîma îngilîz 100 mîlyon Euro xwestiye.
Liverpoolê dest avêt Mbappe
Kylian Mbappe dixwaze ji PSG'ê veqete. Di rewşeke wisa de tîmên wî dixwazin jî dê derên. Tîma îngilîz Liverpoolê berî hemû tîman dest avêt bêrîkê.Li gor nûçeyên hatine belavkirin Liverpoolê ji bo Mbappe 300 mîlyon Euro pêşniyar kiriye. Li aliyê din Real Madrid jî Mbappeyî dixwaze.
Gundogan çû Barselonayê
Kaptanê tîma MC'yê İlkay Gundogan ji MC'yê tranfserê tîma katalan Barselonayê bû. Peymana Gundogan a ligel MC'yê bi dawî bûbû û niha wî ligel Barselonayê 2+1 peyman girê da.