logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Şewata li Parîsê tîma Barselonayê da ber xwe!
  2. Pirtûkeke nû, 'Şebrona' hat
  3. Festîvala Şanoyê deriyên xwe vedike
  4. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  5. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
news-details

'Balindeyên Baskmermer' ên Yamalak

“Heke romanek felsefe di nav xwe de nehelandibe, heke em karibin bin hevokekî bi qelemzirîçê xêz bikin, em bi hêsanî dik

  • Dîrok: 13/01/2013
  • Beş: Nûçe

Îlhamî Sîdar

“Heke romanek felsefe di nav xwe de nehelandibe, heke em karibin bin hevokekî bi qelemzirîçê xêz bikin, em bi hêsanî dikarin bêjin ku yan di felsefeyê de şaşîtiyek heye, yan di romanê de, yan jî di her duyan de bi hev re.” Gotinên bi vî rengî yên Virginia Woolf piştî 80 salan di berhema Mahmut Yamalak de wiha deng vedide: “Baweriya min ne ew e ku bi nivîsandinê bişêm hin tiştan biguherînim, baweriya min ew e ku bi nivîsandinê karibim xwe tevî tiştên ku tên guherîn bikim; min bi vê baweriyê nivîsand.” Lê gava ku em berhema Yamalak dixwînin, di rih û mejiyê me de ew qas guherînên seyr pêk tên ku ev jî dikin ku berhema nivîskar bi xwe vê nêrînê pûç bike.
Bi rastî jî gava em li hinek nivîskaran dinêrin, (Anatole France, Bextiyar Elî û hwd.) serê xwe bi felsefeyê pir diêşînin û wisa bi hevokên giran bi ser felsefeyê ve diçin ku bi sedan hevokên ku dişên binê wan bi qelemzirîçê bêtin xêzkirin saz dikin, ji ber vê jî lehengê wan, çi ji rêzê û çi ne ji rêzê wekî fîlozofan dertên holê (Êvara Perwaneyê mînakeke balkêş e, û divê teqez bi “Zarokên Nîvê Şevê” ya Salman Ruşdî re bê rûberîkirin, lewra gelek xalên hevbeş vedihewînin) Lê gava em li “Balindeyên Baskmermer” a Yamalak dinêrin felsefe bi teşeyekî din xwe di berhema wî de nîşan dide; nivîskar di vê romana xwe de bi têra xwe ji felsefeyê sûde werdigire, lê wekî ku Woolf jî nîşan dide, bi endazeyî, bi pîvanî; çawa ku şekirek di nav piyala çayê de bihele û bibe elementekî wî, felsefeya nivîskar jî wisa di nav metnê de dihele û dibe elementeke navxweyî ya metnê.
Mahmut Yamalak, niha di girtîgeha F Tipî ya Bolûyê de girtiyeke muebedê ye, wekî din girtiyeke azadiyê ye; lê ne tenê girtiyek, her wiha nivîskarekî nuwaze ye jî; piştî xwendina “Balindeyên Baskmermer” ez gihîştim vê hukmê, û di vê xalî de bi hêsanî dikarim bêjim ku asta Yamalak ne kêmî Yaşar Kemal û Selîm Berekat e û dîsa bi hêsanî dikarim bêjim ku, her xwendevanê ku “Balindeyên Baskmermer” bixwîne dê wekî min bifikire. Nivîskar berhema xwe di sala 2005’an de li girtîgeha Tekirdaxê diqedîne, lê hezar mixabin ku berhem ancax di sala 2010’an de ji Weşanxaneya Aramê çap dibe, û niha jî bo çapa diduyan tê edîte kirin.
Hêj serî de dikarim bêjim ku ev berhem yek ji wan berheman e ku di jiyana min de tesîra herî mezin li ser min kiriye. Jixwe yên ku min nas dikin baş dizanin ku ez di rexneyê de ji danasîn û pesindayînan zehf hez nakim û rexneyên ku dûr û dirêj li ser naverok û rastenivîs û hîn xalên editoryal jî qet li derûdora min nagerin; lewma bila ji dilê kesî derbas nebe ku armanca min danasîn û pesindayîn e; lê divê baş bê zanîn ku heke berhemek gihîştibe asteke herî bilind divê mirov jiheqdayîna wî jî xwe nede alî. Niha bi vê mebestê ez ê di nivîsara xwe de hem dê krîtîka “Balindeyên Baskmermer” bikim û hem jî heya ji destê min bê hîn xalên merezoyî yên pêşdarazîyan vebiçirînim.
Gava mirov li dor xwe dinêre û hîn xwendevanên ku xwe li erzaniya populîzmê datînin û bi xwendina çend rêzên teorîsyenên wekî Eagleton, Lacan, Barthez û hwd. xwe wekî entelektuelên herî bijarte dihesibînin û timî çavên xwe li nivîskarên nepixandî digerînin û xasma lêva xwe ji nivîskarên zindanî re hildikin dibîne, dike ji xwendavaniyê şerm bike; û mirov xweziya xwe tîne ku ev hêjayên bijarte(!) bişên ku nivîskarên zindanî yên hema tenê çend hebên wekî Ozlem Yaşar, Rojbîn Perîşan, Mahmûd Baran, Mahmûd Yamalak û Menaf Osman bixwendana, lewra bixwendana wê bidîta ku hin nivîskarên zindanî ji gelek nivîskarên nepixandî çi qasî bi pêşvetir û afirînertir in; lewma ev nivîsara me ji bo pûçkirina pêşdaraziyekî bi vê rengî jî girîng e.
Lehengê sereke ya “Balindeyên Baskmermer” Aya kurdeke, Şîn muhacireke balkanî û Aso jî Ermenek e, lê her wiha pirsa romanê ne pirseke bes bi kurdan terxankiriye, pirseke mirovî û pirseke heyînî ye, jixwe heya ku serlehengê romanê Aya hemû qalikên xwe yên mirovî ji xwe vediweşîne û kurdîtiya xwe derdixîne holê jî bi sotîneriya kurdbûnê nahise.Yamalak di vê romana xwe ya ku ji iqlîmeke (kişwereke) rih ya kaotîk derdikeve rê berê objektîva xwe ji ser Aya’yî dizivirîne hundir, ango pirsgirêka herî qedîm ya mirovî ku ji roja ku bi xwe û bi hebûna xwe dihise û wê de lêdipirse û lêdikole. Roman hê ji serî de em bi terkîbên seyr metelmayî dihêle, demekê bi me wisa tê ku di nav heytehola fetisonek ê bajêr de em li hember “Budhaya Waroşan” a Henîf Kureyşî ne, hinek diçe em hest dikin ku bêhna “Ez ê Tifî Gora We Bikim” a Boris Vian’î jê difûre, gava hinekî din em rê distinin xuya dike ku di rihê Aya de sîtavka serseriyeke şêrîn a Bukowskî deng vedide û dawiya dawî gava Aya ji hemû qalikên xwe vediweşe em dibînin ku xortekî ji keleha Dimdimê şilfîtazî li ber çavan e. Ev lehengê Yamalak’î yekî wiha ye, di rêwîtiyên xwe yên labîrentî ya hemû domahiya romanê de tim li pey serbestiya xwe ye; çi di diyalogên xwe û çi di monologên xwe de ne tu tişt û ne tu kesek e, tenê bi xwe ye; ango Aya ye.
Serencamê Aya’yî ku ji Stenbolê destpê dike û heya çiyayên Zagrosan didome, em dibînin ku me tim bi terkîbên metelhiştî re rûbirû dihêle. Ayaya di nav Aso, Şîn, Pan, Zên û Jîn de ku di eslê xwe de tim bi xwe hatiye dorpêçkirin, weke hîn lehengên Faulkner’î, dike ku di nav îfrazatan de mêjiyê wî tim metaforan çêbike. Bi vî awayî roman hîn rewşên psikopatolojîk ku xewn û rastî û hiş û binehiş ketine nav hev jî bi xwe re derbixe holê; lê heke em li vê rengê ya romanê binêrin û bibêjin qey ku bi lêhûrbûneke psîkanalîst bikaribin ji bin vê romanê derkevin em ê teqez bixapin; lewra gerdûna metoforên ku mejiyê Aya çêdikin, car carna me ji Goethe bigire heya Marquez’î ber bi atlaseke vegotinan ve, car carna ji Aristo bigire heya Hegel ber bi giravên felsefeyê ve, car carna jî, ji nebî Zerdeşt bigire heya xwedawendên Sumeran ber bi daristanên mîtologyayê ve kaş dike û tişta seyr ew e ku di van kaşbûnan de nivîskar bi hostetiyeke nuwaze ji çîrokên xwe yê resen averê nabe û bi tu awayî ji şerê navxweyî ya deqê tawîz nade û ev yek jî vê diyardeya bingehîn careke dîn bi bîra me dixe ku; “mirov nikare bibe nivîskar lê nivîskar tê dinê” Yamalak dîsa di nav atlaseke berfireh de bi raperîneke Orhan Pamukî berê xwe dide pirsa “rojhilatî-rojavatî” û bi tehlîlên xwe yên cihêreng balê dikişine; nebe ku em ji vê derkevin û “Balindeyên Baskmermer” wekî pirtûkeke felsefeyê yan mîtologyayê binavînin; lewra Sartre, Kundera, Malreaux û Dostoyevskî di romanên xwe de çi qasî berê xwe dabin felsefeyê Yamalak jî ew qasî felsefe û mitologyayê tevî romana xwe kiriye.
Yek ji teybetmendiyên herî girîng a Yamalak jî sûde wergirtina wî ya ji derfetên teknîkî ya romanê ye, lewra nivîskar di vê romana xwe ya balkêş de ji têkiliya navbera metnan bigire heya bikaranîna derfetên wekî rojnivîsk, mektûb û ceribînan ji her derfetên ku li forma romanê digunce sûde wergirtiye; ji xeynî van bi gelek xalên xwe yên din jî “Balindeyên Baskmermer” anasirên modern û postmodern bi serkeftinî di forma xwe de vedihewînin.Yek ji xalên balkêş jî di hîn beşan de nêzikahiya şêwaza vegotina Herman Melwille û Yamalak’î ye. Wê bê bîra me ku Kaptan Ahaba lehengê Mobydick(Balînaya Spî) ku çavê xwe bi hêrsa heyfhilanînê sorkiribû û li cihekê dûr rêwiyekê mîstîk ku ji benderekê hilanibû û her wiha di nîvê oqyanûsê de li xezebeke Poseidon’î(bela serê Ulysses) rast hatibû û ba û bahozên behrîn ew di nav girdaveke bêeman de zeft kiribûn, jê weyê ku sedema van hemû bêoxiriyan ew rêwiyê mîstîk bû û biryar dabû ku wî ji keştiyê biavêje û hêj ew çax me fêm kiribû ku rêwî Hezretî Yûnis û çîrok jî çîroka delfîna ku Hezretî Yûnis li zikê xwe yê qirase de hepskiribû ye. Melwille’ê hoste bi vê awayê çîrokeke Tewratê kiribû çîrokeke Melwille ya resen; Yamalak jî bi heman awayî hin çîrokan di nav vegotina xwe de dihelîne û dike çîrokên Yamalak’î; çi çîroka Mem û Zîn û çi çîroka Gilgamêş gava di nav xewnên Aya de xwe didine der mirov qedereke dirêj pê nahese ku ev çîrok  ew çîrok in, heya ku dawiyê nivîskêr bi xwe navê Mem û Gilgamêş zikir dike. Jixwe gava ku Aya li daristanekê rastî weaza Zerdeşt tê û piştî qasekî din gerîlaya ku ji bombebarana balafiran birîndar dikeve û bi lingê xwe yê xwînî bi Aya re dikeve sohbete (ev taybetiyên fantastîk, ku dem û mekanên tevihevbûyî vedihewînin di romanên wekî “Mîj” a Unamuno û “Don Kişota”a Cervantes de xwe didin der) devê mirov ji hev dike, û dawiyê mirov wisa pê hest dike ku li daristanên Yamalak’î de wekî ku li daristanên mîstîk a Edgar Allen Poe’yî de dimeşe.
Xaleke din balkêş a romanê jî ew e ku demeke dirêj bi me nade hîskirin ku Aya kurdeke; heya em pê dihesin, miroveke biçûk a ji rêzê ye wekî her mirovên biçûk û ji rêzê ya gerdûnî. Ji ber ku “Balindeyên Baskmemer” ji hêlekî xwe ve romaneke waroş a Stenbolî ye “Romana Giran” a Metin Kaçan bi bîra me dixe; lê çi bi kûrahiya xwe û çi bi pirhêliya xwe ya rengîn jê gelek wêdetir e; ji hêlekê xwe ve jî “Ayetên Li Ser Can Nivîsandî” ya Yavuz Ekîncî bi bîra me dixe; lê bi kurtî dikarim bêjim ku jixwe ev berhem bi tu awayî bi berhema Yamalakî re nayê rûberîkirin; belê navê lehengê yekî Aya û ya din Asvas e û vegotina her duyan jî bi piranî xwe dispêrin şêwazeke mîtolojîk û her du jî têkilî bi metnan re datînin; lê Ekinci di romana xwe de ew qas bi ser metnên dernavend ve diçe û ji “Kitêba Hanok” bigire heya “İlyada” û “Don Kişot” û “Xweliyên Melekan”  a Andrew Collins iqtibasan dike ku çîroka wî di nav van iqtibasan de difetise. Yamalak bixwe di kêm têkiliyên bi van rengan de qet ji çîroka xwe ya resen dûr nakeve û çîrokên ku bi wan re dikeve têkiliyê jî wan di nav çîroka Aya de dihelîne û dike anasirên navxweyî a deqê.
Yamalak di vegotina xwe de ji hemû derfetên romana nûjen sûde werdigire û me di atlasa edebiyat, felsefe û mîtologyayê de ber bi rêwîtiyeke efsûnî ve kaş dike; car carna bi xewnên Aya re lingên me ji erdê dike û berê me dide rêwîtiyên asîmanî; car carnan di bombebaranên hewayî de bi birîna germ a gerîlayekê em bi hişkî li ser rûzemîna erzê ve tera dike û bi vê awayê dike ku di cîhana ku însan tevî lehengên çîrokan, lehengên çîrokan tevî mîtologyayan û xwedawendan bûne de çavên me li dinyaya ku bi gewrbûna berbanga şefeqê ronî dibe veke.
Dostoyevskî di romana xwe ya “Ecinan” de dem dem tehlîla însanê çaxa me dike; ev e ew însanê ku Dostoyevskî dişiya têbigihê di romana Yamalak’î de bi goşt û hestî dibe, nivîskar di kesayetiya Aya’yî de bi awayekî hurgilî anatomiya derûnî ya mirovî pêşkêşî me dike û heman demî ji helbestê bigire heya wêneyê, ji tezhîbê bigire heya şanoyê dixwaze diyalektîka hunerê vebiçirine. Serpêhatiyeke fantastîk ku ji waroşên Stenbolê dest pê dike û heya qadên azadiyê ya çiyayên Zagrosan dikişe; çi xeyalî, çi hişk, çi tûj û çi kartêker, lê tim bi zimaneke nermîn ya helbestî, tim metaforî… Heya îro min tenê di Vargas Llosa û Marquez de dît ku mijareke bi têra xwe epîk bi awayeke ew qasî wêjeyî were honandin. Ji min kirî kesekî din nikare wekî Dostoyevskî rihê xelkê xwe vebiçirîne, lê min bi şanazî dît ku Yamalak bi her awayî rihê kurdayetiye vediçirîne.

Gotina Dawî
Û divê em kurd wekî her daim bi kompleks û nexweşiyên xwe nirxên xwe ji ber hîn sedemên tewşomewşo (tirkînivîsîn, erebînivîsîn, farisînivîsîn û hwd.) biçûk nexînin (Gava Max Brod li Kafka xwedî derket û kir kû berhemên wî li tim cîhanê bi nav û deng bibin, wî wekî cihûyek pejirandibû û ji almanînivîsina wî rik negirtibû û bawer dikim yek çekek tune ye ku ji ber fransînivîsîna Milan Kundera, wî ne wekî çekekî lê wekî fransizekî bibîne û nizanim li serzemîna vê dinyayê de ji me pê ve miletek din heye ku nivîskarên xwe yên bi asîmîlasyonên dewletê zimanê wan ji wan hatibin kirin û bêgav mabin ku berhemên xwe bi zimanekî din binivîsinin ew qasî şermezar bikin? Bimirî Yaşar Kemal, bimirî Ehmed Arif , bimirî Selîm Berekat û filan û bêvan… Niha nayê bîra min ku berê çend salan bû ji ber ku min ev pirsgirêk di pêveka pirtûk a Radikalê de anîbû zimên hema nemabû ku bihatama lînçkirin. Mixabin îro dibînim ku ji wê rojê û vir de di bîrûbaweriyan de tu guherîn çênebûne.

Û bi vê hincetê ez wan kesên ku Mehmet Yılmaz’î, bo panelekê vexwendibûn Kurdistana azad û ji ber tirkînivîsiya wî ew bi hetiketiyeke nedîtî ji dikê anîbûn xware, ji vir şermezar dikim.
(Gelo ma camêrî û mêvanperweriya Kurdên Medî û Merwanî û Bedirxanîyan ev qas erzan bû…)

ilhamisidar@hotmail.com

***

Nivîsên Îlhamî Sîdar ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- SAMSA , KAFKA Û KURD
- Ji çiyayê Olymposê bangek / ‘Matmayînên Ronya’
- Rexneya rexneyê û di wêjeya kurdî de pirsgirêka nûjeniyê
-

 

**

Têbiniya Diyarnameyê: Ev nivîs bi vî awayî di Azadiya Welat de jî hatiye weşandin.
Dema nivîskar Îlhamî Sîdar ji me re şand, ji ber em beşdarî peyvên wî yên di paragrafa "Gotina Dawî" û virdetir de nabin, me xwest em van paragrafên dawî jê derxin. Bi taybetî jî paragrafa herî dawî ya vê nivîsê ku bibe sedema hin xireciran... Lê wî daxwaza bi awayê ku wî nivîsandiye ya weşandinê kir. Em jî bêyî destê xwe bidin nivîsê diweşînin lê fikra xwe ya beşdarî gotinên wî nabin jî eşkere dikin.
Yek ji sedemên daxwaza neweşandina me ya paragrafa dawî jî ew bû ku nîqaşa li ser Mehmet Yilmaz li Başûr pêk hatiye û eleqeya vê zêde bi nivîsê re nîn e. Ew bi serê xwe dikare bibe nivîsek, dikare bibe mijara nîqaşê.

 

Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news
  • 20 10 2026

5 hezar xwendekaran serî li Zanîngeha Rojava daye

news
  • 19 10 2026

Ji bo kurdî ferman da şaredariyan

news
  • 19 10 2026

FîlmAmed carek din hat taloqkirin

news
  • 18 10 2026

Beşdarî konsera ‘Unreal x Jeton’ bûn: Kesek miriye, du birîndar hene

news
  • 18 10 2026

Ji bo jinan qursa xwendin-nivîsandinê ya bi kurdî dan dest pê kirin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
Ev jî hene
ad

Li Farqînê destanek: Li hemberî Moxolan Destana Mîr Mihemed

ad

Roja ziwanê dayîke ya mîyanneteweyî

ad

Rêza leşkerî çawa ye? Tûgayên HSD'ê wê ji çend kesî pêk bên?

ad

Bi kayûmê dest danîn ser Miksê jî

ad

Kiliçdaroglu: Bila Tirkiye, Îran û Iraq bên ba hev!

ad

Otonomiya Kurdên Rusyayê komkujiya Şengalê şermezar kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Şewata li Parîsê tîma Barselonayê da ber xwe!

  • 21 10 2026
news

Pirtûkeke nû, 'Şebrona' hat

  • 21 10 2026
news

Festîvala Şanoyê deriyên xwe vedike

  • 21 10 2026
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname