logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Şewata li Parîsê tîma Barselonayê da ber xwe!
  2. Pirtûkeke nû, 'Şebrona' hat
  3. Festîvala Şanoyê deriyên xwe vedike
  4. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  5. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
news-details

SAMSA , KAFKA Û KURD

“Desthilatiya dewletê bi riya temsîlê nikarê bê bi kar anîn. Ev desthilatî xwe dispêre vîneke hevpar û vîn nayê temsîlki

  • Dîrok: 06/12/2012
  • Beş: Serbest

Îlhamî SÎdar


“Desthilatiya dewletê bi riya temsîlê nikarê bê bi kar anîn. Ev desthilatî xwe dispêre vîneke hevpar û vîn nayê temsîlkirin. Vîn yan bi xwe bi xwe ye, yan jî biyanî ye, navbera her duyan tune ye.” Cara ewil J.J. Rousseau nîşan da ku xelk çawa vîna xwe bi vîneke din bide temsîlkirin, dê bibe biyanî û ji xelkbûnê derkeve. Bi raya Rousseau heke xelk bivê ku li xwe nebe biyanî, divê bi tu awayî vîna hevpar dewir neke.
Wekî nivîskarekî Kafka ji tecrubeya monarşiya Habsburgê kişf kiribû ku, bi kar anîna desthilatiya dewletê ji alî burokrasiyê dibû sedema biyanibûneke erjeng û her wiha  ev tespîta xwe bi rengekî wêjeyî di berhemên xwe de nîşan dabû. Heke em ji vê bidin rê û bêjin ev xal wekî romannivîskarekî cara ewil ji aliyê Kafka ve hatiye tespîtkirin emê neheqiyê li Gogol bikin; lewra divê em “Sako”ya Akakiy Akakiyevîç binîn bîra xwe ku, meseleya burokrasiyê çawa berî Gregor Samsa û K.yê, serê Akakiy Akakiyeviçê reben xwaribû; em bînin bîra xwe ku gava Akakiyevîçê reben ji  bo sakoya xwe ya ji alî çend rêbiran ve bi darê zorê jê hatibû standin çareseriyek peyda bike hewl dabû û taliyê bi hezar zehmetî xwe gihandibû hizûra “Zilamê Girîng” ku bi çi bersivî hatibû pêşwazîkirin: “Çi, çi,çi? Ev çi ye vêca! Hûn çi rê û rêbazan nizanin? Hûn çi hatine cem min? Hûn nizanin kar çawa dimeşe? Ji bo vî karî hûnê pêşî herin daxwaznameyê binivîsînin, daxwazname dê biçe cem midûrê şaxê, ji cem midûrê şaxê dê biçe cem nivîsgeha min û ji wir jî dê bînin bidin min.” Gava em ji penceraya ku bi her çi awayî be dikare xwe bigihîne berpirsiyarekî binêrin, Akakiyeviça Gogolî ji K.ya Kafka ku bi tu awayî nikare xwe bigihîne berpirsiyarê Şatoyê bisiûdtir dixuye, lê meseleya burokrasiyê ku dawiya dawî bi mirina Akakiyeviçê reben encam dide, zehf naçe ku dest bi tevnandina tevna xwe ya xedar ji bo Samsaya ku di nav çerxeke kambax de vediguheze kêzikekê dike.
Teybetiyeke din a Gogol ku di berhemên Kafka de xwe nîşan dide, pêk anîna dinyayeyeke surreal e, ango dinyayeke nîvxewnî. Ji vî alî ve jî  “Poz”a Gogol mînakeke balkêş e: “Kovalev”ê karmend ê ji dereceya 8’an serê sibê zû ji xew rabû û wekî her gavê bi lêvên xwe kir “Birrr… Birrr.. (…) Gava ku wî di neynikê de li xwe mêze kir, ew şaş bû… wî hew dît ku, di şûna pozê wî de ji xeynî dûzbûyînê pê ve tu tişt tune ye.” Derdê Kovalevê lehengê çîroka “Poz” bi vê buyerê sosret dest pê dike û wekî Akakiyeviç û K.ya Kafka, tevî ku bixwe ji karmendeke dewletê ye, ji xefika burokrasiyê xilas nabe. Û beşek ji “Veguherîn”ê: “Gregor Samsayê ku sibehekê ji xewnên xwe yên qerebalix şiyar bû, bi xwe hisiya ku ew di nava nivînê xwe de veguheriye kêzikekî terikî.” Bi vê şiklê Kovaleva serdar ku sibehek ji xewnên xwe radibe dibîne ku veguheriye merivekî bêpoz û Samsayê ku veguheriye kêzikekê, helbet xalên hevbeş ên Akakiyeviç, Kovalev û Samsa didin der.
“Xwedêyo got di dilê xwe de.(…) Sefera trênê ya bê, di saet heftan de bû û ji bo ku xwe pê bigihanda diviya wekî dînan bilezanda.(…) Ew xulamekî şef ê bêxislet û bêferaset bû.” “Xulamekî şef…” jixwe ev her tiştî eyan dike, eyan dike ku Samsa ji ber çi veguheriye kêzikekê û wekî ku Rousseau angaşt dikir “Xelk çawa vîna xwe bi vîneke din bide temsîlkirin, dibe biyanî û ji xelkbûnê derdikeve” Samsa jî bi vê rengê ji xwe derdikeve û dibe tiştekî din ango kêzikek…
Helbet tiştên absurd, xalên surreal di wêjeyê de ne bi Gogol û ne bi Kafka dest pê kirin. Gava em Pantagruel”a (1532) Rabelais ku beri 300-400 sal ji “Sako” û Veguherin”ê hatiye nivîsandin û wekî yekem roman tê pejirandin bi bîra xwe bînin em ê bibînin ku problematîka “neşibîna rasteqînî”yê ne bi Gogol û Kafka dest pê kiriye. Ev hevoka ku ji Pantagruel hatiye girtin ji bo vê delîleke baş e: “Cenînê Gargantua kete damarekî û meş bi meş ji guhê diya xwe der bû.” Zarokek ku ji malzaroka diya xwe ne bi riyeke xwezayî lê bi riyêke dersiruştî bizê. Bi rastî jî zayineke sosret!
Di  “Veguherîn”ê de bûyereke fantastîk, wekî ku bûyereke ji rêze be bi xwînsarî tê vegotin; tişta ku “Veguherîn”ê balkêş dike jî ev bixwe ye; bûyereke erjeng wekî ku bûyereke asayî be tê nîşandayîn, lê ev, tişta erjeng ji erjengiyê dernaxe berevajî erjengtir dike, jixwe kirûya ku bi Kafkaesk tê binavkirin jî ev yek e; kabus û kaos. Dinyaya Kafka bixwe jî wekî dinyaya Samsa nîvtarî ye; dinyayeke fetisonek, dinyayeke ji mirovahitiyê dûrbûyî, dinyayeke biyanîbûyî…
 Ji hêlekê ve jî “Veguherîn” metaforeke, metaforeke ku gerdûnê bi her elementê xwe di nav jiyanekê de sentez dike, ev jiyan labîrenteke ku ji makîne û buroyan pêk tê, labîrenteke di nav fantastîk û rastiyên rojane de diçe û tê ye. Di nav vê cîhana metaforîk de neyîniya dinyayê ji bo Kafka rawestgeheke: ”Neyîniya demê, ku pir nêzîkî min e bi wêrekî hildigirim, mafê min tune ye ku ez bi wan re bikevim şer, lê mafê min heye ku heya astekî wan nîşan bidim.” Jixwe Samsa jî, vê yekê baş nîşanî me dide; yekî reben ê xulamê şefê xwe li hember dinyaya xedar dikare şerê çi bide, ma ew kesên ku ji milê Joseph Ka digirin û ew derdixin hizûra dadgehê, dê piştî demekê kin bi şikl û dirûvê gestapoyan bi sed hezaran Samsa û Joseph Ka’yan di kampên temerkuzan de ber bi devê tenûran ve neajon gelo?
Bi rastî divê her romannivîskar kêm zêde wekî Kafka  şahidê demê xwe be; ma kurdên ku ji destê bîr û baweriyên baasiyan û îttihatiyan ew qas êş û elem kişandine, hewce nake ku çavê xwe li der û dora xwe vekin û qelemê xwe li dor neyîniyên demên xwe bixebitinin?
Çend nivîskarên kurd yên wekî Hesenê Metê, Helîm Yûsîv, Şêrzad Hesen û Bextiyar Elî ku car caran di riyên nîvtarî a Kafka de sewsî dibin hene: Mamoste Kevanota “Labîrenta Cinan” û K.ya li hember “Şato”yê xwe di labîrentekê de winda dike çiqas dişibine hev. Fermo dêhna xwe bidin Gebranê Baço, bê ka çi şîretan li Mamoste Kevanot dike: “Ku tu dakevî pîvana wan, bawer bike tu ê li wir biminî…tu ê di pîvana wan de bihetikî xoce…tu ê di pîvana wan de bifetisî û biçî. Pîvan û dinyayê wan de ev kuçên gund ê li te teng û zirav bibin…” (Labîrenta Cinan, Hesenê Metê)
Û monologek ji  “Jinên Qatên Bilind” a Helîm Yûsîv: “Ev kê ez xistime hundir vê koxika kirêt û derî li min girtiye? Ez Kerîmê Mîdî me, destê xwe li dîwarên qelişî dipelînim, da ez bi ser deriyekî ve bim. Min qet tiştek nedît. Digel ku ez ranezame, lê ez dikarim laş û cilên xwe, riya xwe ya dirêjbûyî bibînim. Ez bi mûyên zeniya xwe nehisiyam bê çawa dirêj bûn. Ez dixwazim rabim. Serê min di gemara banê nizm de lê dikeve. (Hevoka dawî nîşan dide ku lehengê Yûsîv resen e, ji sedî sed kurd e)
 Ji bilî van, bi qasî ku ji krîtîkan tê fêmkirin (Ji ber dijwariya xwendina “Rojnivîska Spinoza”, tevî ku xwendinên Joyce, Becket, Cortazar û Faulkner bi min hêsan hatibûn jî, xwendina pirtûkên wî yên din çavê min tirsandibûn) X’ya Şener Ozmen jî wekî cureyeke K.ya li hember “Keleh”ê be dixuye. Ji van gişan jî diyar dibe ku dinyaya Samsa û  lehengên Kafka ên din bandoreke ber bi çav li ser hin nivîskarên kurd kirine.
Di jiyana Kafka de anasirên bingehîn biyanibûn û lixwesirgûnbûn bûn; çawa di nav cîhana tirk û ecem û ereban de kurd xwe ayidî wê cîhanê nebînin Kafka jî wekî cihûyek di nav cîhana xiristiyanan de xwe bi tevahî ayidî cîhana xiristiyaniyê nedidît; dibe ku ji ber vê Gregor Samsa û K. bi me ew qas nêzîk tê.

Têbinî: Mijara me ya bê “Veguherîna Karl Rossman “ e.
“Karl Rossman çawa pile bi pile dakete qonaxa Joseph K. û K.yê” Gelo K. çima danekete sifirê, an sifir Kafka bixwe bû?

ilhamisidar@hotmail.com

***

Nivîsên Îlhamî Sîdar ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- Ji çiyayê Olymposê bangek / ‘Matmayînên Ronya’
- Rexneya rexneyê û di wêjeya kurdî de pirsgirêka nûjeniyê
-

Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

news
  • 05 10 2026

Çima bindest ji derewên serdestên xwe bawer dikin? (Nirxandineke Derûnkolerî)

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
Ev jî hene
ad

Surprîz çêbû: Fluminenseyê Inter şand mal

ad

Banga PEN'ê: Diyalogê pêş bixin

ad

Goran li Rojava nûneriya xwe vedike

ad

Medreseya Kurdî Şanaziya Neteweyê Kurd e

ad

DYA'yê Serokê xwe yê nû hilbijart: Donald Trump

ad

'Rêya edaletê ji Roboskî derbas dibe'

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Şewata li Parîsê tîma Barselonayê da ber xwe!

  • 21 10 2026
news

Pirtûkeke nû, 'Şebrona' hat

  • 21 10 2026
news

Festîvala Şanoyê deriyên xwe vedike

  • 21 10 2026
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname