Diyarname
Di Lîga Super de maçên hefteya 8'an têne lîstin. Amedspor li Samsunê mêvan bû û bi 2-1 bi ser ket.
Berî maç dest pê bike Amedspor bi 17 pûanan ji jor de di rêza duyem, Samsunspor bi 4 pûanan ji jêr de duyem (di rêza 17'an de) bû.
Samsunspor ku di salên borî de lîg di rêzên pêşî de temam kiribû, îsal hê nehatiye ser xwe. Tîmê serê salê bi teknîk dîrektor Thorsten Fink dest bi lîgê kir, piştî 5 têkçûnan ew şand, 14'ê vê mehê teknîk dîrektor Nejad Bjelica anî ser kar. Samsunspor birîndar e û dixwaze li mala xwe 3 pûanan bigire.
Her ku Amedspor e cara yekê îsal di Lîga Super de dest bi maçê kir û niha meşa xwe didomîne. Amedspor ku dixwaze di rêzên pêşîn de mayînde bibe, bi hedefa 3 pûanan ji deplasmanê bibe hatiye Samsunê.
Maçê wisa dest pê kir.
- Dq 6, Dia Saba jj ber faûlê qerta zer dît.
- GOL: Dq 21 ji Samsunê Tomasson gol avêt, tîma xwe 1-0 derxist pêş
- Dq 37, lîstikvanê Samsunê Sousa ji ber faulê qerta zer dît. Lê ji ber ku piştî qertê li çepikan da, hakêm ji qerta duyem a zer, qerta sor nîşan da; Samsun spor ma 10 kes li sehayê.
- Dq 43, ji Amedê Furkan Soyalp qerta zer dît.
- 45 deqe bi 1-0 bi serketina Samsun sporê bi dawî bû.
- Dq 61, ji Amedê Diagne ku di nîveka duyem de ketibû maçê ji qerta zer a diduyan qerta sor dît. Amedspor jî ma 10 kes.
- GOL: Dq 71, Amedsporê penaltî bi dest xist. Orban gol çikand û gol: 1-1
- GOL: Dq 82, Dia Saba şûtek mikemel avêt û got: 1-2
Û maç xilas, Amed spor bi 3 pûanan vedigere mal. Bi vê serketinê Amedspor bi 20 pûanan niha lider e. Galatasaray ku maçek wê kêm e bi 19 pûanan di rêza duyem de ye. Galatasaray di maça vê hefteyê de roja duşemê wê Fenerbahçeyê bike mêvan.


