Diyarname
Kirklees ku wekî mala herî dawî ya ku Robin Hood têde jiyaye tê zanîn ku li West Yorkshire ya Îngilistanê ye kete mezatê. Mal bi 7 mîlyon sterlînî tê firotin.
Mala ku ev 450 sal in yekemîn car ji bo firotinê xistin bazarê, di nav eraziyeke 750 donimî de cih digire. Li nav eraziyê du xaniyên çiftlikan û hin xaniyên ku peywirdar têre dijîn hene. Li gor baweriyê gora Robin Hood jî li bexçeyê xaniyê hatiye veşartin.