Diyarname
Di EURO 2008 de Hollandayê 4 gol avêtin Fransayê û ji komê derket. Romanya û Îtalya jî 1-1 man.
Di koma kuştinê Koma C de îro Hollanda û Fransa, Romanya û Îtalya hatin hemberî hev. Maça yekem di navbera Romanya û Îtalya de bû. Mac bi 1-1'ê bi dawî bû. Ev encam bû sedem ku hêviya derketina ji vê komê û derbasbûna komek jorîntir a ji bo her du tîman jî bimîne maça dawî. Lê Îtalya ku di 2006'an de bûbû Şampiyona Cîhanê bi vê encamê kete rewşeke xirab. Lewra hêviya wê ya di maça bê de bi ser bikeve û ji komê derkeve hindik e.
Kunyeya Maçê:
Stad: Letzigrund
Hakêm: Tom Henning Ovrebo, Geir Age Holen, Erik Raestad
Îtalya: Buffon, Zambrotta, Panucci, Chiellini, Grosso, Perrotta (Dq. 57 Cassano), Pirlo, Camoranesi (Dq. 85 Ambrosini), De Rossi, Del Piero (Dq. 77 Quagliarella), Toni
Romanya: Lobont, Contra, Tamas, Goian, Rat, Petre (Dq. 60 Nicolita), Radoi (Dq. 25 Dica), Codrea, Chivu, Mutu (Dq. 88 Cociş), Niculae
Gol: Dq. 55 Mutu, dq. 56 Panucci
***
Di maça din a vê komê de her du tîmên hêzdar hatin hemberî hev. Hollanda ku xwedî sembola porteqalan de da zanîn ku porteqalên wê ji bo her kesî û her tîmî ne şêrîn in.
Maça ku her du tîman jî golên xweş avêtin bi 4-1 serketina Hollanda bi dawî bû. Bi vê encamê Hollanda bi pûanên xwe mafê derketina ji vê komê û derbasbûna komeke jorîntir bi dest xist.
Kunyeya Maçê:
Stad: Stade de Suisse
Hakêm: Herbert Fandel, Carsten Kadach, Volker Wezel
Hollanda: Van der Sar - Bouhlarouz, Ooijer, Mathijsen, Van Bronckhorst - Kuyt (Dq. 55 Van Persie), De Jong, Van der Vaart (Dq. 79 Bouma), Engelaar (Dq. 46 Robben), Sneijder - Van Nistelrooy
Fransa: Coupet - Sagnol, Thuram, Gallas, Evra - Govou (Dq. 75 Anelka), Makelele, Ribery, Toulalan, Malouda (Dq. 60 Gomis) - Henry
Gol: Dq. 9 Kuyt, dq. 59 Van Persie, dq. 72 Robben dq. 90+2 Sneijder / dq. 71 Henry