Diyarname
Platforma Piştgirî û Parastina Bajêr a Amedê ji bo bişîne Kobanî 25 TIR alîkarî amade kiribû, niha ew alîkarî gihîşt Kobanî.
Çîroka van TIR'an balkêş e. Çima? Wisa: Heta niha gelek kes û derdorî alîkarî şand Rojava. Alîkariya bi ser deriyê Pêşxabûr-Sêmalka re çû, bi rehetî gihîşt Rojava, lê ji aliyê din re, hinek bi problem bû. A Platforma Amedê jî bi vî awayî.
Va ne agahî:
- Serê mehê Platformê 25 TIR amade kirin û şandin. Li gor daxwazê bi ser Deriyê Murşîdpinarê ku ew derî li Kobanî vedibe dê alîkarî bigihanda Kobanî. TIR heta ber derî çûn, lê dewleta Tirkiyeyê derî venekir û ew neketin hundir.
TIR VEGERIYAN AMEDÊ
- TIR bi qasî 5 rojan li wir man. Platformê ligel saziyên dewletê têkilî danî, lê çareserî çênebû. TIR vegeriyan Amedê.
DAXWAZA VEKIRINA DERÎ
- 5'ê mehê Platformê bi beşdariya Hevşaredarên Amedê û endamên saziyên sivîl li ÇandAmedê daxuyanî da çapemeniyê. Li ser vegerandina TIR'ên alîkariyê daxuyanî dan û carek din daxwaza vekirina Deriyê Murşîdpinarê ji bo alîkarî kir.
ENSARÎOGLU Û 'ŞOV'
- 5'ê mehê Mebûsê AKP'ê Galip Ensarioglu li ser venekirina Deriyê Murşîdpinarê bersiva rojnamegeran da û saziyên sivîl ên Amedê sûcdar kirin. Ensarîoglu bi gotina "Ew şovê dikin" ew sûcdar kirin. Got ku bila di bin banê Kizilay an AFAD'ê de TIR biçin.
BI SER ÇOBANBEY RE ÇÛN
- Îro (12'yê mehê) Platformê li ser hesabê xwe ragihand ku 25 TIR'ên alîkariyê bi rêya AFAD'ê bi ser Deriyê Sînorê ê Çobanbey (ev der li Kilîsê ye) re çûye wî aliyê sînor û ji wir birina Kobanî.
HEYVA SOR A SÛRÎ ALA XWE LÊDA
- Alîkarî ji aliyê Platforma Amedê ve hat şandin. Çû wî aliyê sînor û heta vir pankarta Platforma Amedê bi TIR'an ve daliqandî bû, lê wî alî sînor Heyva Sor a Sûriyeyê wekî ku wan alÎkarî şandibe nîşan dan. Ronahî TV dîmenê vê meseleyê kişand û belav kir.
- Di TIR'an de av, şîr, mamayê zarokan, betaniye, xurekên bingehîn hebûn.
- Platformê got alîkariya wan didome.