Enqere
Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê li ser êrîşên girêdayî hikumeta demkî ya Sûriyeyê yên li hemberî taxên kurdan Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê daxuyaniya nivîskî belav kir. DEM Partî banga rawestandina êrîşan kir.
Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) a DEM Partî di bin serokatiya Hevserokên DEM Partî Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan de li navenda giştî ya partiyê civiya.
Desteyê daxuyaniya nivîskî belav kir û got, "Di êrîşan de welatiyên sivîl hatine kuştin. Komên Hemzat, Emşat, Sultan Murad û Nureddin Zengî yên giredayî Tirkiyeyê jî di êrîşan de cih digirin. Ev êrîş dijî aramî û aştiya herêmê ne, xetereyan bi xwe re tînê. Hezên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li gorî peymana 10'ê Adarê ji her du taxan vekişiyabû û ew herêm ji aliyê hezên asayîşê ve dihat parastin. Ev êrîşa ku ji aliyê rejîma Şamê ve hatiye kirin, hem Peymana 10'ê Adarê û hem jî Peymana 1'ê Nîsanê pûç dike û jiyana zêdetirî 200 hezar sivîlan dixe xeterê. Êrîşên li ser taxên kurdan ên li Helebê operasyoneke tunekirinê ye. Tiştê ku li taxên kurdan ên li Helebê tê kirin, ji komkujiya ku li dijî Durzîyan li Suweydayê hatiye plankirin jî mezintir e. Li Sûriyeyê gelek netew û bawerî hene. Ya ku pirsgirêkan re çareseriyê bînê demokratîkbûyîn e. Erka Tirkiyeyê piştgirî û teşwîqkirina vê pêvajoya demokratîkbûnê ye. Hewldanên radestkirina Sûriyeyê ji rejîm û îdeolojiyeke yekreng a li Şamê pir xelet e û dibe sedema pevçûneke nû. Ev hewldan bi tu awayî nayê qebûlkirin. Piştgiriya me bi kesên ku li dijî van hewldanan li ber xwe didin re dê berdewam bike. Divê hikumeta Şamê êrîşên li dijî kurd û suryaniyan bi dawî bike.”
**
Nûçeyên Eleqedar:
- Îlham Ehmed: Hikûmeta Demkî li dijî kurdan şer îlan kiriye