Diyarname
Kovara Nûbiharê ku 3 mehan carek derdikeve bi hejmara xwe ya 172'yan li pêşberî xwendevanên xwe ye.
Nûbiharê hejmara xwe ya havîna 2025'an derxist. Di vê hejmare de jî gelek nivîsên cur bi cur wekî lêkolîn, nirxandin, çîrok, helbest hene.
Ji nivîsên kovarê Îbrahîm Genç berê xwe daye Şikoyê Hesen û bi sernavê "Mîrek ji helbesta kurdî: Şikoyê Hesen" nivîsa xwe li ser wî nivîsiye. Genç dibêje, "Şikoyê Hesen bi jiyana xwe ya xembar û bi keyaseta xwe ya rûmetdar hêjayî vegotinê ye."
Nevzat Emînoglu jî bi sernavê "Rola medreseyan di zimanê kurdî de" balê dikişîne ser medreseyên kurdî û dibêje, "Otorîte û dewletên kurdan ên serdema Îslamê hem li erdnîgariya kurdan hem jî navendên Îslamê yên din gelek medrese ava kirin. Ev medrese bi navê 'Medreseyên Kurdî' ketin nav lîteraturê. Van medreseyan di nav kurdan de rola bingeha perwerdehiyê û pêşketina siyasî, zanistî û edebî bi cih anîne."
Helbestvan Berken Bereh li ser pirtûka nû ya nivîskarê Diyarnameyê û helbestvan Yeqîn H. nivîsiye. Pirtûka Yeqîn H. bi navê "Til û Hine Netê" ji Nûbiharê derketibû. Bereh qala orjînaliya helbestvaniya Yeqîn H kiriye û wisa gotiye, "Helbest ji bo helbestvanekî ev resenî êdî nasnameya şaîriya wî ye. Em şira wî li ku derê bibînin an jî pêjna wî li ku derê bê me, em dê bizanibin ku ew Yeqîn H. ye, bêyî ku em wî bibînin."
Ji bilî van Cîhan Roj, M. Zahir Ertekin, Hesen Waşûkanî, Sabri Akbel, Mehmet Sena Sonmez, Felat Dilgeş, Mustafa Ertaş, Şoreş Xursî, Halil İbrahim Şakar, Ayşegul Kizilkaya, Amîne Pîrozxan, İbrahim Sofuoglu, Delîl Payîz, Ebru Yilmaz, Zeynep Çelik, Ozan Serhedî û Receb Dildar, Ehmedê Hepo, Salihê Kevirbirî, Mûnîre Yusuf, Hanifi Taşkin, Habibe Polattag, Nihat Gültekin bi nivisên xwe ked dane vê hejmarê.
Her wiha helbestên kesên wekî Berken Bereh, Johann von Wolfgang von Goethe, Hafizê Şîrazî, Kevok Mizgîn, Mîrziman, Sidîq Gorîcan, Helbest Botan, Şehmus Kurt, Hakan Ergîn, Habib Umutlu, Rêbîn Ozmen, Wehab Mistefazade, Bamed Serdar, Behçet Gülenay, Herzem Kolan, Azad Dilwar û Burhan Tuz hatine weşandin.
Ji bo têkilî:
0212 519 00 09
info@nubihar.com
***************
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.
***************
DIBE EV NÛÇE/NIVÎS BALA TE BIKIŞİNIN:
- Kurdiya baş çawa ye?
- 2024: Hemû pirtûkên bi kurdî, va ye lîste
- Va ne rûyên herî xweşik ên dinyayê
- Fûara Pirtûkan; Dîroka a Amed û a Stenbolê diyar bû
- Vegera Yê Tepisandî Û Mekanîzmayên Bergiriyê
- Reqîbên tîmên bajarên kurdan diyar bûn
- Hesasiyeta kurdan li hemberî rexneyan: Çîroka îngilîzekî û ya cihûyekî


