Diyarname
TUYAP ku li Tirkiyeyê li gelek bajaran fûarên pirtûkan li dar dixe, niha dîroka fûara pirtûkan a li Amedê û a li Stenbolê eşkere kir.
LI AMEDÊ MEHA 10'AN TÊ
Li gor agahiya ku TUYAP'ê da me li Amedê îsal wê di navbera 18-26'ê kewçêrê de fûara pirtûkan li dar bikeve. Fûar wê li Navenda Fuar û Kongreyê ya Navneeweyî deriyên xwe ji bo weşanger, xwendevan û nivîskaran veke. Îsal 9'emîn car Fûara Pirtûkan a Amedê wê li dar be.
A STENBOLÊ MEHA BERFANBARÊ DE YE
Fûara Pirtûkan a Stenbolê jî îsal wê 42'yemîn car deriyên xwe veke. Fûar îsal di navbera 13-21'ê berfanbarê de li dar dikeve. Fûarê îsal wekî Mêvanê rRûmetê navê Murathan Mungan eşkere kiriye û wekî mijara bingehîn jî "Her awayê wêjeyê" eşkere kiriye. Fûara Pirtûkan a Stenbolê ku fûara herî mezin a Tirkiyeyê ye her sal bi sedhezaran kes diçin serdana wê. Îsal jî ew li benda gelek mêvan, nivîskar û weşangeran in..
**
Nûçeya Eleqedar:
- Mêvanê Rûmetê Murathan Mungan e
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.


