Stenbol
Hunermend Şivan Perwer got ku ew tevî vekirina qanala TRT'ê Heşt TV nabe.
Di çapameniyê de hate gotin ku mebûsên AKP'ê xwestiye Şivan Perwer beşdarî merasima vekirina kanala kurdÎ ya TRT'ê Heşt Tv bibe. Li ser vê yekê îro Buroya Têkiliyên bi Gel re ya Şivan Perwer daxuyaniyeke weşand û wiha got: "Ger Şiwan Perwer vegere welatê xwe dê tênê ji bo ku bi gelê xwe re bê cem hev vegere. Ger vegereke wisa hebe dê hemû raya giştî ya kurd agahdar bike. Hemû qanalên bi kurdî weşanê dikin ku di nav de qanala TRT'ê ya kurdî jî heye, dikarin stran û klîbên Şivan Perwer bi şertê parastina mafên telîfê biweşînin. Ger qanala kurdî ya TRT'ê stranên Şivan Perwer yên wekî 'Kîne Em', 'Helebçe', 'Pêşmerge' an jî stranên têde peyva 'Kurdistan' heye bi weşîne tu pirsgirêk tune ye."
Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku Şivan Perwer tu carê pişta xwe nedaya gelê xwe û tu carê jî li hemberî tevgera kurdan nesekiniye û nasekine.