Diyarname
Li Îtalyayê, Projeya Pira Tengava Messina hat erêkirin. Dema temam bibe wê dirêjiya wê bibe 3.7 kîlometre û bi vê yekê wê bibe pira daliqandî ya herî dirêj a dinyayê.
Pira Tengava Messina wê Sîcîlya û parzemînê bi hev ve girê bide. Li ser erêkirinê heta niha li Îtalyayê gelek nîqaş hatin kirin
Wezareta Ragihandinê ya Îtalyayê ragihand ku wê proje bi 13,5 mîlyar euroyî temam bibe. Li ser pir wê 4 şerît ji bo rêya bejî, du şerît jî ji bo rêya hesinî hebe. Saetê de wê 6 hezar erebe bi ser re herin û dor 200 heb jî trên.
Wezîrê Ragihaninê yê Îtalyayê Matteo Salvini got ku ev proje wê ji bo başûrê Îtalyayê bibe gava pêşketinê. Li gor planê îsal wê dest bi projeyê bikin û di sala 2033'yan de temam bikin.
Cara pêşî di sala 1969'an de firka çêkirina vê pirê hatiye rojevê lê her ji ber sedemên siyasî û aborî hatiye bi paş xistin.