Batman
Komeleya Ziman û Lêkolînên Ziman (Arî-Der) li Salona Konferansê ya Tahir Elçî ya Baroya Batmanê çalakiya bi navê Şeva Yeldayê lidar xist. Di şevê de xwendekarên atolyeya ziman ên ARÎ-DER'ê jî bi belgeyan hatin xelatkirin.
Rêveberên DEM Partî, DBP, TJE, Meclisa Ciwanan a DEM Partî ya Batmanê, Platforma Ked û Demokrasî ya Batmanê û gelek kesên din di şevê de amade bûn.
Nivîskar Faysal Ozdemîr di axaftina kir de li ser girîngiya Şeva Yelda sekinî.
Piştî axaftinê sînevîzyona ku li ser wateya Şeva Yelda hatibû amadekirin hat pêşkêşkirin.
MA