Diyarname
Komîserê Mafên Mirovan ê Konseyê Ewropayê (KE) Nils Muiznieks ji bo Cizîrê bang kir û xwest dewlet destûrê bide çavdêran ku bikevin bajêr û rewşê bişopînin.
Li Cizîrê jî 4'ê vê mehê ve biryara qedexeya derketina kolanan heye û heta niha bi ser 20'î re sivîlan jiyana xwe ji dest daye.
Muiznieks got ku li bajêr xizmetên tendûrîstiyê nayên pêkanîn, xetên ragihandinê hatine qutkirin, ketin û derketina bajêr ji aliyên hêzên ewlehiyê ve hatune qedexekirin jê wêdetir jî agahiya hêzên ewlehiyê şîdetek mezin li hemberî sivîlan li dar dixwin.
Muiznieks got ku agahiyên rayedar didin ne bes in û xwest rê li ber çavdêran bê vekirin


