Diyarname
Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskovayê îsal 4'emîn car wê di navbera 18-22'yê rezberê de li dar bikeve. Festîvalê posterê fermî yê festîvala îsal û fîlmên di beşa pêşbaziyan de eşkere kirin.
Festîval îsal balê dikişîne ser kurdên êzîdî loma postera xwe li ser vê yekê saz kiriye. Festîvalê di daxuyaniya xwe de wisa got, "Îsal bal tê kişandin ser fîlmên li ser êzidiyan û ola wan a kevnar a Mezopotamyayê. Êzidîtî ola resen a hemû kurdan e. Sembolên ku li ser afîşa IV. Festîvala Fîlmên Kurd a Moskowê hatine xêzkirin xwedî girîngiyeke kûr a çandî ne. Pirça Tawis ji bo gelê kurd, bi taybetî di çarçeweya êzdîtîyê – ola kevnar a kurdan de, sembolek bi hêz e. Tawûs bi Melek Tavus (Melek Tavûs) ku kesayeta navendî ya vê olê ye ve girêdayî ye. Perê tawusê li ser koka ruhî ya gelê kurd radixe ber çavan û her wiha girîngiya parastin û populerkirina çanda kurdî bi rêya sînemayê radixe ber çavan."
FÎLMÊN FESTÎVALÊ
Li aliyê din fîlmên di beşa pêşbaziyê de jî hatin eşkere kirin. Li gor vê di beşa Pêşbaziya Fîlmên Metrajdirêj de 7 fîlm, di beşa Pêşbaziya Belgefîlman de 8 belgefîlm hatine hilbijartin. Li aliyê din 14 kurtefîlm di beşa Pêşbaziya Kurtefîlman, 9 belgefîlm jî di beşa Pêşbaziya Belgefîlmên Kurt de cih digirin.
PÊŞBAZIYA FÎLMÊN METRAJDIRÊJ
Di beşa Pêşbaziya Fîlmên Metrajdirêj de ev 7 fîlm cih girtine:
1- “Misûl, mala min”/ Derhêner Adalet R. Garmiani
2- “Kêfxweşiya Demkî” / Derhêner Sîna Mohammed
3- “1988” / Derhêner Hejwan Zendî
4- Rojbaş / Derhêner Ozkan Kuçuk
5- “Hesp” / Derhêner Mehdi Ahmad
6- Mehsa Keniya / Derhêner Mehran Shiri
7- “Baxdat Messi” / Derhêner Sahim Omar Khalifa
PÊŞBAZIYA BELGEFÎLMAN
Di beşa pêşbaziya belgefîlman de jî ev belgefîlm cih girtine:
1- Hêviyên Ji Daran / Derhêner Haydar Demirtaş
2- “Ji bo delatê Mustafa Paşa Yamulki” / Derhêner Khoren Gharib, Hardy Kadir Ibrahim
3- “Keçikên Rojê” / Derhêner Reber Doski
4- Portreya Penaberekî / Derhêner Pejman Mokari
5- “Ji bo edaletê” / Derhêner Elif Yigit
6- Çemê Xemgîn / Derhêner Zana Nawzad Mahmoud
7- “Hozanên Çiyayê pîroz” / Derhêner Farid Elhami
8- Komkujiya Çolê / Derhêner Nabaz Ahmad
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.
***


