Stenbol
Weşana Hayat TV ku 7 meh berê dest bi weşanê kiribû, bi hinceta ku 'weşana cudaxwaz kiriye" hate rawestandin.
Televîzyona Hayatê bi slogana "Hemû Rengên Jiyanê" di 3'yê berfanbara 2007'an de dest bi weşanê kiribû. Hayat Tv heta niha weşana xwe li ser pirçandî û gelan dikir.
Îro weşana wê ya li ser Turksatê bêyî biryareke dadgehê hebe hate rawestandin.
Televîzyona ku li ser navê Şirketa Medîa ya Hayat a navenda wê Îngîltere ye di ser peyka Turksatê re weşan dikir û îro ev weşand rawestandin.
Çav li rê ye ku rayedarên televîzyonê der barê mijarê de daxuyaniyek bidin.