Diyarname
Dawiya vê hefteyê ji çalakiyên çandî wekî konser, şano, fîlm, gotûbêj, îmze, çi hene? Li şeş bajaran me ev çalakî dan hev.
Va ne çalakiyên dawiya vê hefteyê:
AMED:
- Şano
Li Şanoya Bajêr a Amedê rojên 19 û 20'ê mehê lîstina "Dek û Dolabên Scapen" tê lîstin. Li aliyê din lîstika Teatroger a bi navê "Ceyran" jî 21'ê mehê dê bê lîstin.
- Gotûbêj
Li Weqfa ÎSmaîl Beşîkçî şaxa Amedê gotûbêja bi navê "Xanî ve Ulus Tartişmalari" (Xanî û Nîqaşên Neteweyî) heye. Bi moderatoriya Parêzer Bilal Zilan, dê civaknas Adnan Firat Bayar wekî axifger beşdar bibe. Gotûbêj saet 14.00'an de ye.
*
BATMAN:
- Şano
Li Batman Yenîsahneyê 20'ê mehê gotûbêjek bi beşdariya Mehmet Şarman li dar dikeve. Şarman piştî gotûbêjê dê pirtûka xwe îmze bike.
- Li aliyê din li Yenîsahneyê 20'ê mehê saet 20'an de lîstika "Tirş û Tehl"
*
WAN:
-Şano
Li Wanê li ser dika ŞanoWan lîstika "Çinûr" tê lîstin. Lîstika "Çinûr" ku lîstika Teatra Ba ye rojên 20 û 21'ê mehê saet 19.30 de dê bê lîstir.
*
STENBOL
- Konser
Hunermend Ayfer Duzdaş 20'ê mehê saet 19.00'an de li Navenda Çanda Nazim Hîkmet a Şîşliya Stenbolê derdikeve pêşberî hezkiriyên xwe.
Li Sînemaya îstanbul Modernê fîlm û belgefîlmên ku zêde li vîzyonê cih nabînin di bernameya "Em jî hene" de têne nîşandayîn. Dawiya vê hefteyê jî ev çalakî didome û her wiha heta 25'ê mehê jî.
- Îmzekirina pirtûkê
Pirtûka Çayan Okuduci ya bi navê "Bêxweda" derketibû. Okuduci 20'ê mehê saet di navbera 15.00-17.00'an de li Pirtûkxaneya Medyayê îmze bike.
*
EDENE:
- Fûara Pirtukan
Li Edeneyê, Fûara Pirtûka a Çûkûroyê ku 14'ê mehê dest pê kiribû, heta 22'yê mehê didome. Yên bixwazin derî vekiriye.
*
MÊRDÎN:
- Şano
Lîstika Şanoya Bajêr a Amedê "Dawiya Dawî" rojên 20 û 21'ê mehê li sehneya Şaneşîn Performansê dibe mêvanê mêrdîniyan. Lîstik saet 19.30 de dest pê dike.
NOT: Lîstika "Dawiya Dawî" lîstika yek-kesî ye û Ozcan Ateş têde dilîze. Piştî me ev nûçe belav kir, em hîn bûn ku apê lîstikvan Ozcan Ateş miriye. Loma jî lîstik ji bo demek din hat taloqkirin. Em wekî Diyarname sersaxî ji lîstikvan Ozcan Ateş û hemû malbatê re dixwazin.
***
Not: Wekî din çalakiyên kurdan hebin û agahî bên ber destên me emê belav bikin.