Diyarname
Bernameya Batman Yenîsahneyê 4'ê mehê bi lîstika "Forsa Şerko" dest pê kir. 13 û 27'ê mehê dê dîsa ev lîstik dekeve peşberî temaşevanan.
7'ê mehê du lîstikên Şaneşîn Performanê dibin mêvanên batmaniyan: Saet 15'an de lîstika zarokan "Şengê û Pengê" û saet 19.30 de jî lîstika "Înfaz" wê bê lîstin.
Lîstika Yenîsahneyê "Serbaz" 10 û 14'ê mehê wê li ser dikê be (Saet 19.30).
13'Yê mehê lîstika Sek Prodiksiyon "Bir Delinin Hatira Defterî" tê lîstin ku ev tekane lîstika bi tirkî ye di nav bernameyê de.
Lîstika Şano Ar "Qral û Travis" du rojan, 14 û 15'ê mehê derdikeve ser dikê (sate 19.30). Û lîstika "Tirş û Tehl" a Kolektîf Saqo jî 20'ê mehê saet 20'î de tê lîstin.
Di nav bernameya vê mehê de gotûbêjek jî heye. Mehmet Şarman 20'ê mehê saet 15'an de wekî axifger dê beşdarî gotûbêjê bibe û piştî sohbetê wê pirtûkên xwe jî îmze bike.
Ji bo têkilî:
0545 234 0466
**
Nûçeyên Eleqedar:
- Li ŞanoWanê 3 lîstik û kargehek heye