Diyarname
Di Lîga Şampiyonan de ji bo çarîk fînalê îro li Navenda Giştî ya UEFA'yê ku li bajarên Swisre Nyonê ye pişke hat kişandin.
3 tîmên îtalyan, 2 îngilîz û her yek tîmen ji tîm3en alman, portekîz û spanyayê karîn derbasê çarîk fînalêl bibin. Ji bo wan pişke hatin kişandin. Di encamê de tîma mezin a ALmanyayê Bayer Munih û tîma îngilîz a navdar Manchester City bûn reqîbên hev. Demamê pişteyê bi vî rengî çêbû:
- Real Madrid - Chelsea
- Inter - SL Benfica
- Manchester City - Bayern Munih
- Napoli - Milan
Ji bo nîv fînalê jî serketiyên van tîman dê bibin reqîbên hev:
- Milan - Napoli / Benfica - Inter
- Real Madrid - Chelsea / Manchester City - Bayern Munih
Maçên yekemîn roj^ne 11-12'yê avrêlê, rovanşên wan 18-19'ê avrêlê têne lîstin.
Maçên nîv fînalê jî rojên 9-10'ê gulanê û rovanş 16-17'ê gulanê.
Maça fînalê roja 10'ê pûşpera 2023'Yan li Stada Olimpiyat a Ataturk a li Stenbola Tirkiyeyê dê bê lîstin.
***
Nûçeyên Eleqedar:
- Çarîk fînalistên pêşî diyar bûn